Erdê rûbereke mezina keskatîyê ji dest da

Li gel zêdebûna teşenekirina agirê daristanên Amazonê, supayê Berzîlê hat raspartin bo kontirolkirina wî agirî û hawarên jîngehparêzan û pişkek ji hevwelatîyên cîhanê bo li hewarçûna Emazonê, heya dihêt zêde dibe.

K24- Hewlêr

Li gel zêdebûna teşenekirina agirê daristanên Amazonê, supayê Berzîlê hat raspartin bo kontirolkirina wî agirî û hawarên jîngehparêzan û pişkek ji hevwelatîyên cîhanê bo li hewarçûna Emazonê, heya dihêt zêde dibe.

Li gor wan wêneyên (Peymangeha Nîştîmanî bo Twêjînewe yên Asmanî) belavkirîye, berfirerhîya agirê ev sal bi bernaber li gel salên buhirî, 85% zêde bûye.

Çend welatên Ewrûpayî gefa wê yekê li serokê Berzîl dikin, heke karê cidî bo vemirandina agirî neke, bazirganîyê li gel wî ewlatî dê ragirin.

Serokê Berazîlê jî, rêkxistîyên nahikumî tuhmetabar dike bi hilkirina wî agirî û dibêje wan kar kirîye daku wêneyê hikumetê kirêt bikin. Pişkek ji wan rêkxistîyan serokê Berzîlê bi zelemeke dije jîngeh nav dikin.

Derbarê sedema agirketnê jî, Peymangeha Twêjîneweyê li jînegeha Amazon belavkirîye, sedema wê, ji navbirina daristanan û birrîna darane. Herweha dibêje, ji destpêka ev sal ve heya niha, me 10 hezar hoşdarî li ser agir berbûne Amazonê belav kirîye.

Ew agir bi awayekê berfirehe ku asmana bajarê Sawpaoloyê tarî bûye ku 3 hezar û 200 Kilometre.

Li derdorê wan deverên agirg girtîye, 228 Mêga ton gaza Karbon Diyoksayîd belav bûye û gazeke jehirîn jî ber bi kenarên başûra Emerîkayê çûye.

Amazon 20% ji Oksicîna erdê dabîn dike û 3 milyon ajel û rûwekên cuda têda dijî. Herweha nêzîkî yek milyon hoz û zomên cuda têde akincî ne.