Li Diyarbekirê 300 hezar dar hatin çandin

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rojekê de 11 milyon şitlên daran hatin çandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Daristan û Cotkariyê ya Tirkiyeyê helmeta dar çandinê da destpê kirin.  Li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di rojekê de 11 milyon şitlên daran hatin çandin. Helmeta çandina daran ji hemû aliyên civakê ve rastî eleqeyê hat. Welatiyan bang li rayedaran kirin ku dar û daristinên çiya û bajarên bakur jî werin parastin û bi van helmetan li şûna daristanên ku tune bûne ji nû ve dar werin çandin.

Li bajarên bakurê Kurdistan  û Tirkiyeyê di rojekê de 11 milyon dar hatin çandin. Bi rêxistinkirina saziyên fermî û rêxistinên civakî yên sivîl li Diyarbekirê jî 300 hezar şitlên daran hatin çandin. Siyasetmedar jî beşdarî helmetê bûn û dar çandin. Parlementera Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) ya Diyarbekirê Oya Eronat'ê ragihand ku, çandina daran ji bo bilindkirina qaliteya jiyanê û şînberkirina xwezayê girîng e.

Parlementera AK Partî Oya Eronat ji K24ê re got: "Ev dar û daristan pêşeroja zarokên me ne. Şînberbûna bajaran gelekê baş dibe. Daristan ji bo tendûrîstiya mirovan jî baş e. Mirov di nav daristanê de bêhneke xweş dîstine. Em hêvîdar in ku em ê bi van helmetan  şînahiya bajarên xwe zêdetir bikin."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan roja 11'ê mijdarê wekî "Roja  Neteweyî ya Darçandinê" ragihandibû.  Divê  çarçoveyê de di nav bajar û çiyayan bi hezaran cûreyên daran hatin çandin. Welatiyên ku beşdarî helmeta darçandinê bûne ragihand in ku ev helmet ji bo bajarên bakûr gelekî baş bû lewra li bajarên bakur ji ber şewat û sedemên cûda dar kêm bûn.

Welatî Sebahatîn Fîlîz: "Li bajarên herêmê û yên Tirkiyeyê gelek caran dar û daristan tên şewitandin. Hef û û mixabin e ev dar tên şewitandin. Dar bêhna mirovan e. Em dixwazin ku her mirovekî darekê biçîne. Dar pêşeroja me ye."

Li gorî daneyên Wezareta Daristan û Cotkariyê li Tirkiyeyê bajarê ku herî zêde dar lê hene Antalya ye û bajarê ku herê kêm dar lê hene jî Îdir e. Li gorî heman daneyan,  ji sedî 1'ê axa îdir, Riha û Agiriyê jî ne daristan e. Bi helmeta çandina daran tê çaverêkirin ku hejmara dar û daristanan li bakûr jî zêde bibe. Lê daxwaza welatiyên bakur ew e ku daristanên çiyên Kurdistanê jî neyên şewitandin û xweza were parastin.