Li Deryaya Spî erd hejiya

Îro danê sibe li Deryaya Spî beravên Dalamanê erdhejeke tûnd rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibe li Deryaya Spî beravên Dalamanê erdhejeke tûnd rû da.

Erdhêj 6 kîlomtre bin rûyê deryayê rû da û pileya tundiya wê 5.0 e. Bajar û bajarokên herêma Egeyê jî hest bi erdhêjê kirin.

Parêzgerî Muglayê eşkere kir, ku erdhêj heta niha çi ziyan nedaye mirovan.

Hefteya borî jî li Deryaya Marmarayê pervavên Stenbolê erdhêjek dijwar rû dabû û pileya wê jî 5.8 bû.

 

S. B