Li Diyarbekirê xwedîkirina kevokan li ser banan berdewam dike

Li Diyarbekirê çanda çûkvanî bi heskiriyên kevokan ve berdewam dike.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ser banên avahiyan, çavkaniya gelek çand û kevneşopiyên bajêr in. Xwedî kirina kevokan ango çûkbazî jî yek ji wan e ku niha li Diyarbekirê teqrîben 5 hezar kes wê çandê didomîn in û di pêşbirkan de jî encamên serkeftî bidest dixin.

Çûkbazî ango xwedî kirina kevokan, ji ber guhêrînan; rêbaz û şêwazan biguhêre jî, wek çandekî, li Diyarbekirê berdewam dike. Kesên ku li gel karên xwe yên rojane, kevokan xwedî dikin, radigihînin ku çûkbazî, wek evînekî, wek nexweşîneke hez kirinê ye û ew kesên ku çûkbazî dikin jî hem bêşbirkan dikin, hem jî bi wê heskirinê bi hev re girêdayî ne.

Ahmet Kaya, wek karmendekî tenduristiyê, li neweşxaneyekê karên xwe yên rojane dike û demên xwe yên din jî, ji bo xwedî kirin û bilîbûna kevokan bikar tîne. Ahmet Kaya, hemû rekorên di pêşbirkên  çûkvanî de şikandiye û li gel van 45 kupayan; ew qas jî yên ku berê wergirtiye hene. Kaya tîne ziman ku ew li ber kela Amedê, di nav vê çandê de jidayîk buye û 15 sal e ku li ser banê xwe kevokan xwedî dike.

Çûkvan Ahmet Kaya: "Em li vê derê mezin bûne, li vê derê ger ku titşekî çêbibe hemû cîran alîkariya hev dikin. Lê niha mirov biçe bînayên nav bajêr, cîran hev û du nas nakin. Lê vê derê ji vir du km jî biçî, em hemû hevdu nas dikin. Ji ber ku pêwendiyên me li vir bihêz in, wek zemanê berê sohbet kirin, li dar xistina şahiyan, her şevekî li malekî civîn, li nav bînayên bajêr nîne lê ew germahî û dilsozî hêj jî li vir berdewam e."

Ji ber guhêrînan, çandên serbanan jî, li ser banan xwedî kirina çûkan jî gelek bipaş ketine, lê çûkvanî û xwedî kirina kevokan bi rêbazên nû berdewam dikin.

Fatîh Demiray ku dartraş e û Eser Şehîr ku dikandar e jî; berê li ser banên xwe dest bi xwedî kirina kevokan kirine, lê piştî ku ew derfet ji dest dane, niha li Otela Kevokan cîh kire kirine û kevokên xwe li wur xwedî dikin.

Çûkvan Fatîh Demîray -: "Berê mala me hebû û me li ser mala xwe kevokan xedî dikir. Lê mala me hat xirab kirin û pirsgirêka me ya cîh derket holê. Ji ber ku li ser bînayan, em nikarin kevokan xwedî bikin, me jî li vê derê ji bo xwe cîh kirê kir. Her ku dema min a vala çê dibe ez tên vir. Dema karê min hebe jî, hevalên me yên din pêwistiyên kevokan dibînin."

Çûkvan Eser Şehîr: "Li ser banên bînayan, hin cîran ji me nerihet dibûn, em jî li ciyekî wiha digeriyan ku xwedîkirina kevokan bidomînin. Li vê otela kevokan me ji xwe re cîh kirê kir û me çûkên xwe anîn vir. Lê belê li vir em nikarin bifirînin, kêfa ku em divên bikin, lê em nikarin dest jî jê ber bidin."

Xwedî kirina kevokan li Diyarbekirê, çandeke kevnar e û niha jî teqrîben 5 hezar kes an li ser banê xwe an jî li ciyên ku ji bo xwedî kirina kevokan hatine terxan kirin, vê çandê berdewam dikin. Her sal jî festival û pêşbirkên cuda yên çûkvanan tên lidarxistin.