Keça Efrînî Sara ya 6 salî bi 6 zimanan diaxive

Sara tevî ku 6 salî ye, lê asta zîrekbûnê li cem wê gelekî bilind e û bi 6 zimanan diaxive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Sara keçeke Kurd a Efrînî bi malbata xwe re koçberî Efrînê bûye. Sara tevî ku 6 salî ye, lê asta zîrekbûnê li cem wê gelekî bilind e û bi 6 zimanan diaxive û dixwîne û her dem di navbera xwendin, nivîsandin û xêzkirina wêneyan de di tevgerê de ye. Malbata Sara dibêje, ew nikarin hemû daxwezên keça xwe pêk bînin û banga xwe arasteyî aliyên peywendîdar dikin, da ku girîngiyê bi vê taybetmendiyekê bidin keça wan û li wê xwedî derkevin.