Berfa zêde li Colemêrgê dibe deriyê debarê

Li Colemêrgê bi barîna berfa zêde gelek rê hatine girtin û li gelek deveran befir ji 1 metroyî bilindtir bûye û divê di rewşên wiha de jî banên xaniyan ji berfê werin paqijkirin. Ev yek jî ji bo xebatkarên paqijkirina berfê dibe deriyê debarê.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li Colemêrgê bi barîna berfa zêde gelek rê hatine girtin û li gelek deveran berfê ji 1 metroyî bilindtir bûye û divê di rewşên wiha de jî banên xaniyan ji berfê werin paqijkirin. Ev yek jî ji bo xebatkarên paqijkirina berfê dibe deriyê debarê.

Li Colemêrgê barîna berfa zêde şert û mercên jiyanê giran dike û li ser gelek avahiyan jî berfeke zêde kom bûye. Ev yek gelek caran ji ber giraniya berfê metirsiya hilweşîna banê avahiyan derdixe holê. Dema rewş wiha be jî xebatkarên demsalî ku di zivistanan de bê kar dimînin dest bi kare paqijkirina berfê dikin. Her çiqas kareke xeter be jî xebatkar neçarin ku bo peydakirina nane xwe vî karî bikin. Xebatkarê Paqijkirina berfê Fîkret Ozdemîr jî dibêje her çiqas daheteke baş peyda nebe jî ji bêkariyê çêtir e.

Xebatkarê Paqijkirina Berfê Fîkret Ozdemîr ji K24ê re got: "Zivistanan kar nîne. Em jî derdikevin serê banê xanî û kargehan berfê paqij dikin. Em neçar in ku vî karî bikin. Ji bo 4 qurîş pere em vî karî dikin. Ji nişka ve jî linge me bixişike emê dê jiyana me bikeve bin xetereyê. Heta mirinê jî kare me ev e."

Li gelek deverên Colemêrgê befir ji 1 metreyî bilindtir bûye û di vê rewşê de jî xebatkarên paqijkirina berfê derdikevin ser avahiyên bilind û jiyana dixin bin xetereyê. Xebatkar Seyîthan Eren dibêje ew rojane 3-4 banan paqij dike û li gel sermaya tûj ew jiyana xwe jî dixe xetereyê.

Xebatkarê paqijkirina berfê Seyîthan Eren dibêje: "Zivistanan ev der gelek sar e lê kare me jî ev e. Em rojane 3 an jî 4 banan paqij dikin. Em pereye xwe ji vî karî qezenç dikin. Em sere 1 banî 50 lîreyî distînin. Rojane kêmzêde 150 lîre dikeve deste me."

Li gorî daneyan di navendên Colemêrg û navçeyên wê de heta meha adarê jî befir dibare û û ev yek li aliyekî jiyanê zehmet dike û li aliyekî jî deriye debarê bo xebatkaran paqijkirina berfê vedike. Xebatkarên paqijkirina berfê di demsalên din de jî bo karên demkî berê xwe didin Rojavayê Tirkiyeyê.