Li Kurdistanê şûnwarên ciwankariyê yên berî 3000 sal hatin dîtin

Niha jî tîmên şûnwarnasan lêkolînan li ser şaristaniya (Mesasîr) dikin, ku heya niha nehatiye dîtin, lê ew texmîn dikin ku şûnwarên wê şaristaniyê li devera Biradost bên dîtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tîmeke şûnwarnasên Almanî li goristana gundê Bewirkan ê ser bi bajarokê Xelîfan ve li devera Soran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, ji encama karên kolan û lêgerînê, çend parçeyên xemilandinê yên jinan dîtiye, ku dîroka wan şûnwaran, nêzîkî sê hezar sal e.

Dr. Klawdia Buger ku serperiştiyara tîma Almanî ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew ji sala 2014an ve li bajarokê Xelîfan lêkolînan li ser şûnwaran dike.

Dr. Klawdia got jî: Ez niha serperiştiya tîma Almanî dikim, ku lêkolînan li bajarokê Xelîfan dike, di baweriya min de, me cihekî baş destnîşan kiriye daku em lêkolîn û lêgerînên xwe bikin, me li vir, di heyama du rojan de, çendîn belge vedîtin ku desthilatdariya Impratoriya Aşûrî û ya Orarto li vê navçeyê hebû. Ez piştrast im ku rojên dahatî de, emê belgeyên bêtir bibînin.

Pirbûna hejmara navçeyên şûnwarî û giringiya dîroka wan li Herêma Kurdistanê, bala navendên zanistî yên cîhanî bi xwe ve kişandiye û heya niha tîmên zanîngehên Amerîkî, Almanî , Ispanî û Birîtanî li devera Soran lêkolîn kirine. Vedîtina herî balkêş heya niha şikefta Şaneder bû, ku wek giringtirîn navçeya jiyanê ji bo mirovê Niyandertal hatiye destnîşankirin.

Niha jî tîmên şûnwarnasan lêkolînan li ser şaristaniya (Mesasîr) dikin, ku heya niha nehatiye dîtin, lê ew texmîn dikin ku şûnwarên wê şaristaniyê li devera Biradost bên dîtin.

N.O