Xwarinên El-Ezîzê li Stenbolê di festîvalekê hatin amadekirin

Di festîvalê de xwarinên navdar ên bajêr ji hêla hosteyan ve bi şêwazên balkêş hatin çêkirin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Xwarin û şîraniyên taybet ên bajarê El-Ezîz ê Bakurê Kurdistanê li Stenbolê di festîvalekê de hatin hazirkirin. Di festîvalê de xwarinên navdar ên bajêr ji hêla hosteyan ve bi şêwazên balkêş hatin çêkirin û xelk jî têra xwe xwarinên bi tehm xwarin.

Xwarinên goşt ên ji hev cuda ku hinek tê kelandin hinek li ser kaxizê tê amadekirin û pijandin li gel vê şîraniyên bi penêreke taybet li ser agirê komirê tên pijandin.. Ev hemû tehm û çêj ên taybet ên bajarê El-Ezîz ê Bakurê Kurdistanê ne ku li Stenbolê di festîvala xwarinê de hatin hazirkirin.

Kesên hatin festîvalê têra xwe xwarinên xweş xwarin dûv re tevî stranan govend gerandin.