Jiyana bazarvanên jin bû belgefîlm

Komeleya Jinên Karsaz ên Diyarbekirê, jiyana bazarvan jin ên Diyarbekirê kir belgefîlm.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Komeleya Jinên Karsaz ên Diyarbekirê, jiyana bazarvan jin ên Diyarbekirê kir belgefîlm. Di belgefîlma bi navê "Terazî" de zor û zehmetiyên ku bazarvanên jin dikişînin; hemû hatine nîşandan û ji jiyana hin ji van jinan serpêhatiyên balkêş jî di nav belgefîlmê de cihê xwe digirin. Rêveberên Komeleya Jinên Karsaz ên Diayrbekirê û bazarvanên jin got ku; armanca vê belgeflmê ne li ser hestên dilsojiyê, li ser hêza jinan e ku dikarin her tiştî bikin.

Komeleya Jinên karsaz ên Diyarbekirê, li ser jiyana bazarvanên jin, belgefîlmek da kişandin. Ji ber ku li bakur û Tirkiyeyê yekane bazara jinan li Diyarbekirê ye û 100 jin di nav vê bazarê de debara xwe dikin; ji aliyê Komeleya Jinên Karsaz ên Diyarbekirê ve bû çavkaniya hêz û berxwedana jinê ya li hember şert û mercên jiyanê. Seroka Komeleya Jinên Karsaz DÎKAD'ê Reyhan Aktar got; dema jinek bixwaze, dikare berbendên li pêşiya hişmendiya civakî bişikîne û ev bazarvanên jin jî mînakên vê yekê ne.

Reyhan Aktar ji K24ê re got: "Jinên ku di jiyana rojane de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û hewil didin di jiyana xebatê de li ser lingên xwe bisekinin, ji bo me gelek girîng in. Di belgefîlma "Terazî" de bazarvaneke jin dibêje; divê jinek xwe nesipêre rehima zilamekî. Bi rastî jî ev çîrok, çîroka wan jinan e ku xwe nasipêrin rehim û wijdanê zilaman."

Bazara jinan, di sala 2013'an de ji aliyê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê ve hatibû vekirin û di destpêkê de bi 200 jinan dest bi firoşkariyê kir. Komeleya Jinên Karsaz a Diyarbekirê jî hevgirtin û berxwedana van jinan a li hember jiyanê wekî mînaka serkeftina jinan dît û bi derhêneriya Ramazan Akkûş û Mehmet Îsmaîl Çeçen, jiyana rastî wekî belgefîlmekê tomar kir. Guler Denîz jî yek ji bazarvanên jin e. Denîz jî dibêje; bazarvanî karekî gelek zehmet e lê dema jin dil bike, dikare her tiştî bike.

Guler Denîz dibêje: "Zehmetiya herî mezin, me ji berf û baranê, ji sermaye dîtiye. Lê tiştê herî xweş jî ew e ku em bi hev re li hema derê dixebitin. Dema em bi hev re xwarinê amade dikin û dixwin, ew bedêlî her tiştî ye."

Li gorî Seroka DÎKAD'ê ragihand; dê pêşandana yekemîn a belgefîlma "Terazî" li Diyarbekirê be û dê pêşandana duyemîn jî di 20'ê Hezîrana 2019'an de li Stenbolê be û ji meha Îlonê û bi şûn ve jî dê li Îzmîr, Enqere û gelek bajarên din jî pêşandana belgefîlma jinan dewam bike.