Xelkê Diyarbekirê berê xwe dide qadên seyranê

Bi germbûna hewayê re seyrangehên Diyarbekirê ji bo seyranê tijî bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi germbûna hewayê re seyrangehên Diyarbekirê ji bo seyranê tijî bûn. Ji ber ku îsal demsala biharê zêdetir bi şilî derbas dibe, çawa berê rojê xuya dibe, xelk bi malbatî berê xwe dide qadên şînahiyê. Daxwaza welatiyan jî ew e ku rayedarên bajêr çend qadên din ên seyranê çêbikin lewra li gorî ragihadina welatiyan; dawiya hefteyê cih namîne ku gelek malbat seyraneke bi dilê xwe bikin.

Diyarbekir, di demsala biharê de yek ji bajarên herî navdar ê geşt û seyranê ye ku bi geştiyarên xwecihî û yên biyanî her bihar bi qelebalix derbas dibe. Ji ber ku îsal bihar bi şiliyeke bê navber derbas bû, çawa ku berê rojê xuya dike, welatî jî ber bi qadên seyranê ve diherikin. Parka Newrozê ku beşeke wê ya mezin ji bo geşt û seyranê hatiye amadekirin, bi taybetî jî di rojên betlaneyê ango şemî û yekşemê de rastî eleqeya seyranhezan tê. Welatî Fettah Alkoç dibêje; ji ber ku germa havînê ya Diyarbekirê zêde ye, ev park di mehên biharê de biroj tijî dibe û havînan jî bi şev tijî dibe.

Welatî Fettah Alkoç ji K24ê re dibêje: "Îro dîsa hindik in, sibê dê cih nemîne. A niha ev malbat rûniştî ne, li benda me ne. Divêjin hûn rabin, em ê li cihê we rûnin. Me xwarina xwe xwar, em çaya xwe jî vexwin, em ê biçin malê."

Li Diyarbekirê ji bilî şûnwarên dîrokî, qadên resen ên xwedî taybetiyên erdnîgariyê; wekî seyrangeh hatine çêkirin jî rastî eleqeya xelkê tên. Vê qada ku bi navê Daristana Bajêr tê binavkirin jî yek ji qadên taybet ên seyranê ye. Her çiqas ev qad dûrî nav bajêr be jî dîsa ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyê tê û bi hebûna derfetên cihê çêkirina xwarin û vexwarinê jî zêdetir tê tercîhkirin. Welatî Fahrettîn Kanat jî dide zanîn ku Diyarbekir bajarekî mezin e lê qadên wê yên seyranê kêm in û daxwaza wan jî ew e ku çend qadên din jî ji bo seyranê bên sazkirin.

Welatî Fahrettîn Kanat got: "Li Diyarbekirê qada herî xweş a seyranê ev der e. Pêdiviya Diyarbekirê bi qadên seyranê heye lewra Diyarbekir bajarekî germ e. Ger hûn bala xwe bidin, hûn havînan welatiyên  bajêr zêde nabînin lewra piraniya wan diçin Gola Hazarê ya Elezîzê. Ev, pirsgirêka me ya herî mezin e."

Li Diyarbekirê dema demsal bihar be, mêvan jî hebin xelk digel mêvanên xwe li qadên seyranê rûdinin û bi çêkirina cureyên kebabê û çêkirina çawa semawerê, demên xweş derbas dikin. Li gorî derûnînas jî dibêjin; di nav laşên mirovan de enerjiya ku rojane tê hilberîn çêdibe û ev enerjî tenê bi derketina xwezayê re tê valakirin lewra ev jî dibe sedem ku bandorên erênî li ser derûniya mirovan çêbibin.