Pêşmergeyê dêrîn bi dengê kemanê xwe bi jiyanê ve girê dide

Pêşmergeyeke dêrîn ê Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê di temenê 81ê de tûşî nexweşiyeka giran penceşêrê hatiye. Lê ev Pêşmergeyê xwedî vîneke xurt e û li hember vê nexweşiya giran li ber xwe dide û bi denge kemane xwe bi jiyanê ve gire dide û rewşa wî jî ber bi başiyê ve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Pêşmergeyeke dêrîn ê Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê di temenê 81ê de tûşî nexweşiyeka giran penceşêrê hatiye. Lê ev Pêşmergeyê xwedî vîneke xurt e û li hember vê nexweşiya giran li ber xwe dide û bi denge kemane xwe bi jiyanê ve gire dide û rewşa wî jî ber bi başiyê ve diçe.

Penceşêr, nexweşiyeke giran e ku gelek caran dema mirov rastî vê nexweşiya giran tên li hember vê nexweşiyê têk diçin. Lê dema ku ev nexweşiya giran û xurt rastî vîneke bihêz tê nikare nexweşê xwe têk bibe ku Pêşmergeyeke dêrîn ê Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê Saleh Silêman tûşî penceşêra dev hatî ye lê bi vîna xwe ya xurt di temenê xwe yê 81ê de li hember nexw eşiya xeter bi denge kemane xwe bi jiyanê ve gire dide. Saleh Silêman ku demekê dengbêjî jî kirî ye dibêje denge muzîka Kurdî ji wî re wek derman e.

Pêşmergeyê Dêrîn Saleh Silêman ji K24ê re wiha axivî: “Dema ku dengê muzîka Kurdî tê min ez gelek keyfxweş dibim. Ez ji hemû muzîkên Kurdî hes dikim. Hema Kurdî be û bi meqamê Kurdî be ez jê hes dikim.”

Malbata Saleh Silêman jî tîne zimên Pêşmergeyê dêrîn her dem bi çaveke pozîtîf li jiyanê nihêrtî ye û kurê wî Eşqî Silêman dibêje ji bo bavê wî yek jî hêmanên girîng jî ew e ku pirsa wî were kirin û neye ji bîrkirin.

Eşqî Silêman dibêje: "Nêzîkî meheke em pê hesiyan û 14 roj in em li vê derê ne. Ev bû 9 roj jî dermankirina wî dest pê kiriye. Niha rewşa wî baş e. Piçekê sebra wî nayê, lê baş e."

Bijişkên Saleh Silêman dibêjin di pêvajoya dermankirina penceşêrê de morala bilind û vîna xurt gelek girîng in. Bijişkê Saleh Silêman Pisporê Onkolojiyê Ahmet Şiyar Ekîncî dibêje, herdu hêmanên girîng jî li cem nexweşê wî hene.

Pisporê Onkolojiyê Ahmed Şiyar Ekîncî got: "Nexweşê me ev 2 hefte ne li vir e. Teşhîş lê hatiye danîn. Radyoterapî û kîmyewî kemoterapi bi hev re lê tê kirin. Şexsiyeteke rengîn û xurt e. Ev yek dê ji bo dermankirina wî sûdê bide."

Saleh Silêman dibêje wî ji bo dermankirinê bi zanebûnî Diyarbekir hilbijartî ye ku xwestî ye li devereke Kurdewar dermankirina wî were kirin li aliyekî tizbehê xwe dikêşe û li aliyekî jî bi muzîka Kurdî berxwedana xwe didomî ne.