Amadekariya Kurdên stenbolê bo cejna Remezanê

Bi hatina cejna remezanê re wek Kurdên bakurê Kurdistanê Kurdên li stenbolê jî dijîn wek adetên bajarên xwe cejna xwe pîroz dikin.Li bazarên stenbolê jî van rojan kelecana cejnê zêdetir bûye.Kurdên ku cejna xwe li stenbolê derbas dikin diyar dikin her çiqes cejna tama cejnên berê nemabe jî ew dest ji adetên xwe bernadin û diçin serdana mirovên xwe û bihevre cejna xwe pîroz dikin.

K24- Hewlêr

Bi hatina cejna remezanê re wek Kurdên bakurê Kurdistanê Kurdên li stenbolê jî dijîn wek adetên bajarên xwe cejna xwe pîroz dikin.Li bazarên stenbolê jî van rojan kelecana cejnê zêdetir bûye.Kurdên ku cejna xwe li stenbolê derbas dikin diyar dikin her çiqes cejna tama cejnên berê nemabe jî ew dest ji adetên xwe bernadin û diçin serdana mirovên xwe û bihevre cejna xwe pîroz dikin.

Bi nêzîkbûna cejna remezanê re amadekariya welatiyan bo cejnê berdewam e. Kurdên li stenbolê dijîn wek her cejnan di vê cejnê de jî gelek amadekarî kirine. Li vê bazara ku piraniya berhemên wê ji bajarên Kurdan tên ji kereng û rêvasan bigrin heta penîr û goştê pezan hertişt peyda dibe. bi nêzîkbûna cejnê re van rojan ev bazar geştir bûye..Kurdên ku li stenbolê cejna xwe pîroz dikin diyar dikin herçiqes xweşiya cejna li stenbolê ne wek ya gund û bajarên wan be jî ew li stenbolê adetên xwe yên Kurdan berdewam dikin û roja cejnê diçin serdana cîran û mirovên xwe.

Welatîyek dibêje:''Di Roja cejnê de em diçin mala hevdû û cejna hevdu pîroz dikin.Em bihevre xwarinê dixwîn û kêfxweşiyê didin hevdû.Em mal bi mal diğerin û pêşîiyê diçin mala mezinan û piştre diçîn mala biçûkan.Adetên me wiha ne.''

Welatîyek dî dibîje:''Ez îda miletê me hemiyan pîroz dikim.Em têne vêderê ji bo cejnê firaxan dikirin,goşt û şekiran dikirin.Em tên vêderê tiştên dî yên em bikirin nîne.Emê îsal vê cejnê li vêderê bin lê carna em diçin bajarên xwe.''

Bi hatina cejnê re gelek Kurdên ku Li stenbolê dijîn ji bo ku cejna xwe pîroz bikin berbi bajarên xwe birêketinê lê hin Kurdên ku cejna xwe li stenbolê pîroz dikin dibêjin êdî ew kelecan û xweşiya cejnên berê nemaye .

Welatîyek din dibêje:''Em her tiştên xwe ji vir dikirin .Ev der jî wek meleketê me ye hertişt lê heye .Tişta li memleket heyî li vêderê jî heye.Cejnên berê nemane .Mirovên me li vêderê gelek kêm in .Yanî malbat û mirovên me tên cejnê ,kesên xerîb nayên serdana me.Berê cejn xweş bû lê êdî cejn wek bere nemaye.

ligel nêzîkbûna cejnê re kelecana cejnê her çiqes zede jî bibe ji berk u bihayên berheman îsal zêdebûye welatî dibêjim em êdî nikarin wek bere tiştan bikirin lewma xweşiya cejnan jî kêmbûye. Ligel vê yekê welatiyan ku têne vê derê ji aliyekê ve tiştan dikirin ji aliye di vê ji ber ku ji her bajarên Kurdan welatî tên vêderê ev der dibe wek cihê lihev kombûn û sihbetan.