Zarokek bi kenê bersiva êşa penceşêrê dide

Zarokek ji bajarê Qamişlo ku bi nexweşa penceşêrê ye, behsa ezmûna xwe bi nexweşiyê re dike û cawa dikaribû salek ji êşê bi ken derbas bike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Zarokek ji bajarê Qamişlo ku bi nexweşa penceşêrê ye, behsa ezmûna xwe bi nexweşiyê re dike û cawa wê dikaribû salek ji êşê bi ken derbas bike.

Di roja 21ê Cotmeha 2019 de jiyana zaroka 14 salî Letîfe hate guhertin, di vê dîrokê de Letîfe zanî ku ew nexweşa penceşêrê ye. Tevî êşê jî, lê vê zarokê bi kenê bersiva nexweşiyê dide.

Hilweşandina porê Letîfe yek ji encamên dermankirina kîyayî ye û da ku kesek ji şagirtên dibistana wê bi nexwesiya wê nebihîse, ew porê xwe vedişêre.

Dema temenê Letîfe 2 rojî bû, dayika wê çûbû ber dilovaniya xwedê, ji wê demê ve jî metika wê, wê xwedî dike.

Tevî ku Letîfe ji heyama nêzî salekê ve tê derman kirin û rastî êşê tê, lê li gor ku metika Letîfe Semîra dibêje, ew jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam dike. Semîra dibêje jî, tirs li cem Letîfe tune ye û hêza ku li cem Letîfe ye ji temenê wê mezintir e.

Tevî ku tu lêkolînên fermî li ser sedem û hejmara nexweşên penceşêrê li tevaya Sûriyê nehatine kirin, lê hin pispor didin zanîn ku 33% ji nexweşên penceşêrê li Sûriyê li devera Rojavayê Kurdistanê ne.

Hin bijîşkên pispor dibêjin, nepaqijiya jîngehê ji sedemên nexweşiya penceşêrê ye, ku di salên dawî de û ji ber qotbûna elktrîkê, piraniya xelkên deverê li taxan ceneretorên taybet ji bo elktirîkê bikar tînin.