Stenboliyan têr qehwe vexwarin

Di 4-5 salên dawî da, rakêşiyên siyasî yên li bakûrê Kurdistanê bandorên neyînî li ser çand û hunera Kurdî kirine. Dengbêj radigihînin ku bi dest guhêrîna rêvebiryên şaredariyan ra, saziyên wan jî her carê tê xwestin bi aliyekî ve bên kişandin û ev jî bandorên neyînî li ser wan dike.

K24- Stenbol

Di qerta qehweyê de çalakiya navdar Festîvala Îstanbûl Coffee, li Kuçukçîftlîk Park'a Stenbole hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameya dewlemend ya çalakiyê de, bi hezaran qehewhez beşdarî xebatên atolyeyan, panel û guftûgoyan bûn, kêfa qehwe û qonseran bi hev re jiyan.

Du festîvalên herî mezin yên Ewropayê hene ku yek ji wan Festîvala Îstanbûl Coffee ye, di şeş saliya xwe de pêvajoya qehweya baş, rabirdûya qehweyê ligel çejnên roja îroyîn pêşkêş dike. Festîvala ku dê 5 rojan berdewam bike, li ser hestên ku qehwe derdixe holê û qadên jiyanê hatiye sazkirin. Di bernameya Festîvala Îstanbûl Coffee de, ligel beşdarbûna dukanên loqal yên qehweyê coffee shop'ên navdar yên cîhanê, ji bo kesên dixwazin li malên xwe qehweyê çêbikin workshop û semîner hatin lidarxistin. Berpirsên qompanyayên beşdarî festîvalê bûne diyar dikin ku ji eleqeya hatiye nîşandan pir kêfxweş in û kêfa hemwelatiyan gellekî ji qehweyên bi teknîka demkirinê hatiye çêkirin re hatiye.

hevwelatîyekê got:"Festîvala îsal zor rengîn e û gellek kes beşdar bûne. Me bi taybetî ji bo festîvalê "Waffle'a biqehwe"amede kir û kêfa mirovan gellekî jê re hat. Em jî zor kêfxweş in ku em li vir in."

hevwelatîyeka dî, dibêje:"Festîvaleke zor xweş e û em weke qompianiyê ji sala ewil de heta aniha beşdarî vê festîvalê dibin. Navê wê li ser e; festivala qehweyê. Mirov nikare taxekê bibîne ku qehwe lê tune be. Rewşa hewayê ya Stenbolê ev 5 roj in qehweyî ye.

Hemwelatiyên beşdarî festîvala qehweyê bûn wextekî bikêf bihurandin. Hemwelatiyan diyar kirin ku Ji aliyekî ve qehwên curbecur hatiye amedekirin tahmkirin ji aliyê ve bi beşdariya qonser û çalakiyan rojeke xweş bihurandin.

hevwelatîyeka din dibêje:"Festîval û atmosfer pir xweş e. Em her qehwên cuda tahm dikin. Dinya jî xweş e, em bi vê bêhtir bextewar in. Me qehweyên xwe wergirtne li bendê ne ku qonser dest pê bike."

Hevwelatîyekî jî got:"Ez cara ewil têm û zor bextewar im aniha. Festîvalek ku naxwazim biqede. Em ligel hevalan hatin vir û me qehweyên ciyawaz tahm kir."

hevwelatîyeka din, got:"Min festîval pir eciband. Ligel awazên xweş em rojên xweş yên dawiya heftê dijîn. Gellekî qerebalix e û gellek mirovan mîna me biryar dane ku roja xwe li vir biburînin. Qehweya herî kêfa min jê re hat jî qehweya bifître ya demkiri ye."

Festîvala ku li Kuçukparka Beşîktaşa Stenbolê qehwehezan ani ba hev, ji aliyê hin mirova weke "festîvala mirov şiyar dike" tê binavkirin. Hat ragihandin ku li gorî sala borî beşdarî zor zêde bûye û 5 rojan 60 hezar kes beşdarî festîvala qehweyê bûne.