Reşîd Artan di girtîgehê de 4 dîploma werdigre

Reşîd Artan, di 25 saliya xwe de dikeve girtîgehê û 11 sal di girtÎgehê de dimîne. Artan dîplomeya lîseyê û 3 zaningehan di dema ku di girtîgehê de ye distîne. Reşîd Artan niha ji girtîgehê derketiye û li zaningehan xwendina xwe didomîne, ji aliyê dinde jî kargeha vekiriye. Artan dibêje, di 11 salan de, li derve pir tişt neguhêrîne, lê ez pir guhêrîm.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Reşîd Artan, di 25 saliya xwe de dikeve girtîgehê û 11 sal di girtÎgehê de dimîne. Artan dîplomeya lîseyê û 3 zaningehan di dema ku di girtîgehê de ye distîne. Reşîd Artan niha ji girtîgehê derketiye û li zaningehan xwendina xwe didomîne, ji aliyê dinde jî kargeha vekiriye. Artan dibêje, di 11 salan de, li derve pir tişt neguhêrîne, lê ez pir guhêrîm.

Reşîd Artan, 12 sal berê li Silvriyê esnaf bûye. Lê ji ber nasnameya xwe ya Kurd, bi nêzikayiyên xirab û êrişan re rûberû dimîne. Artan dibêje, ew li Silîvriye diçe gel hevalên xwe û li wê derê kargehekî vedike û bicîh dibe. Lê demek bi şunde, hin nişteciyên li wir tên û dibêjin tu Kurdî û em te li vir naxwazin. Reşîd Artan radigihîne ku ew gef û êriş her diçe zêde dibin û rojekî bi dehan kes rêya wî dibirin û piştî ku şerekî tund di navbera wan de rûdide kesekî di pevçûnê de dikuje û ew jî bi giranî birîndar dibe.  

Reşîd Artan ji ber kesekî dikuje dora bi 19 sal cezayê zindanê tê cezakirin û ji wî cezayî 11 sal di girtîgehê de dikşîne. lê Artan li girtîgehê jî, hewla xwe ya bo berdewamiya jiyanê didomîne û di serî de dibîstana lîseyê ku jê hatibû avêtin temam dike, piştre jî 3 beşên zaningehê xilas dike û niha jî li 2 zaningehan xwendina xwe didomîne. Reşîd Artan dibêje, hin caran bi derûniyên metirsîdar re rûberû maye û ji aliyê derûniyê ve jî tedawî dîtiye, lê hewla xwe ya ji bo xwe bi pêşxistinê   nedaye rawestandin.

Reşîd Artan ji K24ê re jî wiha axivî: “Di şertên Tirkiyeyê de, xilaskirina beşeke zaningehê kêr nayê, loma jî ji bo ku derfetê kardîtinê zêde bikim, min beşên wek Laburant Veterînerî û Tendiristî, Xizmetên Civakî, Cotkariya Baxçeyan xwend, niha jî Pêwendiyên Civakî li Zaningeha Bîngolê, beşa Civaknasî jî li Zaningeha Anadoliyê dixwînim.”

Reşîd Artan ji ber li Bîngolê dixwîne, ji bo duhatiya xwe ya aborî jî kargehekî vekriye. Artan dibêje, di vekirina wê kargehê de Hecî Zafer Aydemir alîkariya wî kiriye û bi vê sayê jî ew dikare him bixwîne him jî bixebite.

Herwiha Reşîd Artan dibêje: “Li girtîgehê xemeke me hebû, azadî, hemû daxwaza me ji wê pêkdihat, niha ez ji girtîgehê derketim lê hêj fêrî jiyana derve nebûme. Bi vê diknê re, bi malê re û meseleyên rojane re mijûl dibim, lê li Bîngolê jî defetên jiyana civakî kêmin. Loma jî ez qîma xwe bi bilîbûyîna karê xwe û xwendina xwe tînim.”

Reşîd radigihîne ku piştî ji girtîgehê derdikeve, guhêrînên li derve pêkhatine bêtir, guhêrînên ku di wî de pêkhatine bala wî dikşînin û lê zêde dike û dibêje xwedê kesî neke girtîgehê ku careke din taqeta wî tuneye ku bikeve girtigehê û li wê derê berxwe bide.