Li Îdirê pîşeya çîkirina kulavan berdewam e

Li tevahiya cihanê teknolojiya nûjen hem rê li ber pêşveçûna gelek pîşeyan vedike, hem jî dibe sedema pîşeyên kelepûrî ku bi nemanê re rûbirû dimînin. Li Îdirê jî pîşeya kulavan yek ji wan pîşeyên keleporiye ku ber bi nemanê ve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Îdir

Li tevahiya cihanê teknolojiya nûjen hem rê li ber pêşveçûna gelek pîşeyan vedike, hem jî dibe sedema pîşeyên kelepûrî ku bi nemanê re rûbirû dimînin. Li Îdirê jî pîşeya kulavan yek ji wan pîşeyên keleporiye ku ber bi nemanê ve diçe.

Demên borî kulavên ku di hemû malan da cih digirtin û dihatin bikaranîn niha tenê li zozanan ji aliyê koçeran ve tên bikaranîn. Li bajarê Îdirê jî ev pîşeya ku ber bi nemanê ve diçe bi hewlên zor giran ji piya tê hiştin.

Berê li Îdirê bi dehan dikanên kulavan û hosteyên vî karî hebûn, lê belê niha tenê yên ku vî karî dikê hosteyek e. Niha di şûna kulavanên keleporî de li wan dikanan xalîçeyên ku nesûriştîne têne çêkirin û firotin. Ji ber ku ti kes hew xelîçeyên ji kulavan bikartîne, di nava jiyana rojane de ew berhemên ji kulavê bi tenê di çente yan jî cizdanan raberî çavan dibin.

Kulav bi biskên hiriyê ku di nav hev de tên dewisandin çê dibe û ev yek jî kedeke mezin dixwaze. Pêşî hirî bi sabûn û ava germ qenc tê şuştin, piştre jî hirî li ser erdeke rast tê raxistîn û bi şilkirina van biskên hiriyê jî di nav hev de bi mekîneyan û qeweta 3-4 hosteyan tê dewisandin. Bi van jî hem xalîçe tên çêkirin hem jî ji bo şivanan kulav.

Hosteyê Kulavan Veysel Bagci derbarê vê pîşeyê de ji K24ê re axivî û got: "Berê kulavên mala dibirin. Wekî cihêz me Kurdan dibir. Niha jî bi sade em kulavên şivanan derdixin. Li serê çiyayan mesela şivanê me Kurd dibin ew lê xwedî derdikevin. Zor e, pîşeyekî pir zehmete, ev pîşe jî bi sedsalan e ku heye."

Kulav jî di dîrokê de yek ji wan tiştan e ku, herî kevin e ji bo tekstîlê. Di hunera ku têra xwe zehmet e û yekî dilebikîne de ew amûrên heyî jî li gorî karê ku wê bê kirin tên guhertîn. Wekî din di vî karî de kêşeya nedîtina şagirtan jî rû daye û ev yek jî hosteyan dixe rewşeke gelekî dijwar.

Hosteyê Kulavan Orhan Dag jî got: "Ev pîşe ya bav û kalên me ye. Bi salan e em vî karî dikin. Kulav li gorî demên borî gelekî raxbetê nabînê. Berê 9-10 dikan hebûn niha tenê yek heye û kes bi vî karî re nalebike. Herwiha şagirt jî nayin dîtin."

Hoste amajê dikin ku, di dikanên kulavan de hirî hew tê peydakirin û dibêjin; di meha Tirmêhê de bi hiriya ku ji mîh û berxikan dihate wergirtin tu kêşeyan rû nedida. Herwiha li gorî hosteyan li Tirkiyê 10 an jî 15 hoste hene ku vî karî dikin.