Çêroka dilşewat a 3 malbatên koçber ên Kobanî

Ji beriya 3 salan ji ber êrişên DAÎŞ’ê bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê neçar man ku koçî bajarên Bakurê Kurdistanê bikin. 3 malbatên ku ji Kobanê koçî Semsûrê kirine niha bi hev re di xaniyekê nîvxirabe de di nav şertên xizaniyê de dijîn. Malbatên penaber rewşa jiyan xwe ji Kurdistan24’ê re anîn zimên.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Ji beriya 3 salan ji ber êrişên DAÎŞ’ê bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê neçar man ku koçî bajarên Bakurê Kurdistanê bikin. 3 malbatên ku ji Kobanê koçî Semsûrê kirine niha bi hev re di xaniyekê nîvxirabe de di nav şertên xizaniyê de dijîn.  Malbatên penaber rewşa jiyan xwe ji Kurdistan24’ê re anîn zimên.

Bavekî lal, qîzeke sêwî, xaniyeke xirabe û tijî çîrokên dilşewat. Ev dîmen ji taxa Turgut Reis a bajarê Semsûrê tên ser şaşa Kurdistan24’ê. Ev malbat ji gundê Berxwetanê yê ser bi Kobanê ve ji ber êrişên DAÎŞ’ê beriya 3 salan koçî vir kirine.

Li gorî gotinên malbatê, Daîşê ji gundê wan 68 kes qetilkirine. Huseynê Kalê Os, li gel 3 malbatên ku ji 12 kesan pêk tên mehane bi 275 lîre kirê di vî xanî de dimîne. Kalê Os ji K24ê re wiha got: “Me pir zor û zehmetî kişand. Me zilm, zehmetî, birçîbûn û xwasbûn dît. Em 3 malbat tupekê bi kar tînin. Yan em bi dorê ji xwe re çayê çêdikin. Yanî em di nav zor û zehmetiyan de ne.  ”

Piştî rizgarkirina Kobanê ji destê Daîşê hin penaber vegeriyan ser axa xwe. Lê  belê ev her sê malbat dibêjin ji ber ku gundê me li ser sînorê Ereban e em naxwazin vegerin. Xwişk, zava û 4 xwarzî, birayek û 2 biraziyên Eyşa Şêx Bozîn jî ji aliyê Daîşê ve hatine kuştin. Eyşa Xanim niha li mal di nav kêmderfetiyê de li nevî û zarokên xwe dinêre û dibêje li welatê xeribiyê mirov di nav zêr û zîvan de jî be dîsa jî nabe wekî axa mirov.

Penaber Eyşa Şêxbozan dibêje: “Me got Semsûr cihê Kurdan e û Kurd li hev xwedî derdikevin ji ber wê yekê em hatin vir. Me got em ê di nav Kurdan de baştir xwe bistirînin. Em ji zimanê Tirkî fêm nakin, heger mirov hev fêm neke mirov dikeve nav tengasiyan.”

Sîdra a 5 salî, hîn ew 2 salî bû DAIŞê dayika Sîdrayê li ber çavên wê dikuje û wê jî ji destê wê birîndar dike. Sîdra şev û rojekê bê nan û av bi tenê li ser termê dayika xwe dimîne. Bavê Sîdrayê Şukru ji gewriya xwe emeliyat bûye, ker û lal e. Ji ber van astengiyên bi zehmetî kar peyda dike. Hêstirên çavên bavê Sîdrayê ji halê wî re dirijin. Ji ber ku 24 salan Xwedê zarokan nade dayika Sîdrayê, Şukru Şêxbozan bi Şîrînê re dizewice, lê piştî zewaca bi Şîrînê re Xwedê Sîdrayê jî dide.

Şîrîn Xanim niha dayiktiya zarokên xwe û Sîdrayê jî dike wiha dibêje: “Em rojên xwe carna bi girî carna bi ken derbas dikin. Bi zarokên xwe re em wext derbas dikin em dibînin roj derbas dibe.”

Malbatên penaber dibêjin xerîb û xurbetî li me giran tê û bi dehan salan jî em li vir bimînin her dîsa çavên me li vegera welatê me ne.