Li Diyarbekirê hevberdan her ku diçe zêde dibe

Di 3 salên dawîn de li Diyarbekirê hevberdan her ku çûye zêdetir bûye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Di demên dawîn de bi guherîna şert û mercên jiyanê bûyerên ku kêm dihatin dîtin êdî wek buyerên ji rêzê tên pêşwazîkirin. Yek ji van jî hevberdan e. Di 3 salên dawîn de li Diyarbekirê hevberdan her ku çûye zêdetir bûye û bi pirranî daxwaza berdanê ji aliyê jinê ve tê.

Li Bakurê Kurdistanê dozên hevberdanê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên sala borî îsal dozên hevberdanê %20 zêde bûne. Dane didin zanîn ku bi pirranî daxwaza berdanê ji aliyê jinê ve tê kirin. Sîdar Basût jî yek ji wan jinan e ku dawî li zewaca xwe anî ye. Sîdar Basût amaje dike ji ber ku şert û mercên jiyanê wê neçar kiriye wê dawî li zewaca xwe anî ye û divê hevberdan wek çareseriya teqez neyê dîtin, ya girîng ew e ku jin bikaribe li ser lingên xwe bimîne û wek bijardeya herî dawî li hevberdanê binêre.

Sîdar Basût ji K24ê re dibêje: "Mêr dixwaze hem li malê jiyanek wî hebe û hem jî li derve jiyanek wî ya teybet. Berê jinan ev yek qebul dikirin . Niha êdî jin qebul nakin. Jin êdî ne neçar in. Dikrin li ser lingên xwe bisekinin."

Di tevahiya Tirkiyeyê de di sala 142 hezar 448 buyerên hevberdanê pêkhatine û %10ê zewacan bi dawî bûne. Li Diyarbekirê jî di sala 2016an de 719, di sala 2017an de 838 û di sala 2018an de jî 1000 zewac bi dawî bûne. Parêzer Canan Atabay derbarê sedemên hevberdanê de amaje dike ku piraniya sedeman sedemên teybet in û ti carî herdû alî jî behsa van sedeman nakin û sedemên din nîşan didin û her wiha hişyariyê dide ku mudaxaleya malbatên zewiciyan jî bandoreke neyînî li zewacan dike.

Parêzer Canan Atabay diyar dike: "Di sedemên hevberdanê de herî gelek jiyana cinsî û xiyanet derdikevin pêş. Her wiha tund û tûjî, bêtehemmulî, mudaxaleya malbatên jin û mêran û derfetên aboriyê jî dibin sedem. Gelek caran sedemên ku nebin sedemên hevberdanê jî yên wek rikeberiya desthilatdariya nav malê jî dibin sedem. Yasayên derbarê zewacê de ji Swêdê hatine wergirtin û civaka rojhilatanavîn û Ewropa ne wek hev in. Dem ali gorî van yasayan dozên hevberdanê werin dîtin jî çareseriyek rasteqîn peyda nabe."

Her çiqas li Diyarbekirê hejmara hevberdanê her ku diçê zêde dibe jî li Tirkiyeyê rêjeya hevberdanê ya herî kêm li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Colemêrg, Sêrt û Şirnexê ye. Rêjeya herî bilind a hevberdanê jî li bajarên wek Izmîr, Mûgla û Antalyayê ne.