Mariam Rod: Ez şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikim
K24 – Navenda Nûçeyan
Mariam Rod modeleke Kurd e û bi eslê xwe ji Rojhilata Kurdistanê ye. Mariam Rod li Dubaî dijî û hevwelatiya Awustralyayê ye.
Modela Kurd Mariam Rod ji bo kreasyoneke bihar û havînê, di vê mehê de wê biçe Awusturalyayê.
Li gor ajansên nûçeyan, Mariam Rod ji ber ku di medya Erebî de wek Îranî tê nîşan dan, gelekî aciz e.
Rod di derbarê vê mijarê de dibêje: “Ez Kurd im û ji Rojhilata Kurdistanê me. Ez şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikim. Min ev yek gelek caran bi awayekî eşkere aniyê ziman.”
Mariam Rod beriya niha jî diyar kiribû ku ew dixwaze li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê navendeke modayê veke.