Rêjeya kuştina jinan, tundûtûjî û destdirêjiyê li Tirkiyê

Li gorî dam û dezgehên jinan divê her cûre mafê jinan ji aliyê yaseyan ve were parastin, daku rê li ber tundûtûjî, kuştin, destdirêjî û tecawizan bê girtin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li gorî amarên fermî li Tirkiyê di navbeyna salên 2010-15an de 1134 jin ji aliyê mêr an jî dildarên xwe hatine kuştin. Tirkiye di nava 142 welatan de di warê tundiya li hember jinê de di rêza 125emîn de cih digire.

Li gorî raportên fermî Li Tirkiyê di 11 mehên dawîn de li 71 jinê tecawiz hatiye kirin. 368 zarokên keç jî ji aliyê cinsî ve hatine îstismarkirin. Herwiha ji 1ê rêbendanê heta 20ê sermaweza 2016an 236 jin hatine kuştin. Di salên 2014-15an de reqama tecavûzê ji aliyê Komelaya Mafên Mirovan ve wek 244 hatibû diyarkirin. Li gorî raporta Bîanetê jî di deh mehên dawîn ya 2015an de mêran tecawizî 112 jinan kiriye û ji bo ku fihuşê bikin zor li 157 jinî hatiye kirin. Li gorî Ayşe Ece Kavas yek ji sedema zêdebûna zilm, tundûtûjî û destdirêjiyê daxuyaniyên siyasetmedaran ên neyînî derbarê jinan de ye.

Platforma Rawestandina Kuştinên Jinan Ayşe Ece Kavas wiha got:"Niha li Tirkiyê em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Li gorî daneyan di 5 salên dawî de 1345 jin hatine kuştin. Ev rêjeyeke gelek mezin e. Mijarên wek destdirêjî û tacîzê û tundiyê jî her diçe zêde dibin. Tenê di dema Rewşa Awarte de 103 jin hatine kuştin. Ez bangê li serdozger û dadgeran dikim da ku darizandineke bi adilane bikin. Serokkomar û Serokwezîr çiqasî kêm biaxivin wê kêşeyên jinan jî ewqas kêm bibin."

Li gorî raporta Bîanetê di 5 salên dawîn de 1134 jin; 227 jê li Stenbolê, 115 jê li Îzmîrê, 110 jê jî li Enqerê hatine kuştin. Di raporta Komeleya Mafên Mirovan de jî li Diyarbekirê di salekê de 94 jin; 21 jê ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. 26 jin jî di bin çav de an jî li girtîgehan beramberî îşkenceyê rûbirû mane. Me jî rexneyên dam û dezgeh, komele û platformên jinan û herwiha ew raportên ku li ser jinan hatine amadekirin ji parlamenterê AK Partiyê yê hikûmetê Yahya Akman kir.

Parlamenterê AK Partiyê Yahya Akman wiha axifî:

"Dema hadîseyek çêdibe, keçikek bi şiklekî tê kuştin, herkes di medyayê de dibê babo wekî ku hikûmetê ev îş kiriye. Tiştê ku min dîtiye di derbarê mafên mirovan de, di derbarê mafê jinan de û di mafê destrêjiya jinan de gavên pir û pir mezin hatine avêtin."

Li gorî dam û dezgehên jinan divê her cûre mafê jinan ji aliyê yaseyan ve were parastin, daku rê li ber tundûtûjî, kuştin, destdirêjî û tecawizan bê girtin. Herwiha da ku Tirkiye di nava wan 142 welatên ku zilmê li jinan dike de ne di rêza 125. de be.