Bêjerên nîvrût bultena nûçeyan pêşkêş dikin

Kenaleke telefizyonî ya Albanyayê, bêjerên keç yên nîvrût bo bultena nûçeyan bikar tîne. Li gor wê kenalê ku, ew dixwaze nûçeyan wek haye “Rût” belav diweşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kenaleke telefizyonî ya Albanyayê, bêjerên keç yên nîvrût bo bultena nûçeyan bikar tîne. Li gor wê kenalê ku, ew dixwaze nûçeyan wek haye “Rût” belav diweşîne.

Kenala “Ziyar TV” ya Albanyayê, bo veguhastina  rastiyê, bêjerên keç yên nîvrût bo bultenên nûçeyan bikar tîne. Ew kenal tekez dike ku, bêjerên nîvrût ne ji bo armancên seksî ne.

Serokê wê kenalê Îsmet Dirîştî amaje bi wê yekê dike ku, berpirsên siyasî destdirêjiya nûçeyan dikin û li gor berjewndiyên xwe yên siyasî pê dilîzin, temeşevan jî dixwaze kenalek nûçeyan rût û wek heye belav bike. 

Bêjera kenalê, Grîta Hoshay (24 salî) dibêje, “Min 5 salan kar di kenalekê de kir, lê nehatim naskirin. Niha li Albanyayê di 3 mehan de navdar bûm.”

Serokê Yekîtiya Rojnamevanan li Albanyayê di vê derbarê de got: “Rûtbûn nikare pirsgirêkên tûrên medyayê yên her tiştekî pêşkêş dikin bo bimînin, çareser bike.”

Grîta Hoshay rojane demjimêr 19.30 cilên nîvrût li xwe dike û bi awayekî normal nûçeyan pêşkêş dike. Grîta Hoshay diyar dike jî ku cilên wê derveyî karê wê, ne bi wê awayî ne.