Li Serhedê 6 mehên salê di bin berfê de derbas dibe

Welatiyên ku li Bedlîsê dijîn amaje dikin ku îsal li gorî sala borî zêdetir berf beriya .
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Îsal li Bakurê Kurdistanê zivistan bi awayekî dijwar tê jiyîn. Bi taybetî li bajarên Herêma Serhedê hîn jî berf lê dike û rêya bi sedan gundan hatiye girtin. Welatiyên ku li Bedlîsê dijîn amaje dikin ku îsal li gorî sala borî zêdetir berf beriya . Welatî amaje dikin ku her çiqas zehmetiyên berfê hebin jî nî'metên berfê jî hene.

Bajarên herêma Serhedê piraniya salê di nav berfê de derbas dikin. Bi taybetî li Bedlîs, Wan, Colemêrg, Mûş, Qers û Îdirê bi metreyan berf dibare. Welatiyên li gundewaran bi mehan nikarin ji gûndên xwe derkevin. Jiyana welatiyên li bajêr jî di nav zehmetiyan de derbas dibe. Îzet Atak û hevkarên xwe serbanê kargeha xwe ji berfê dimalin. Atak dibêje, berfa ku ji serbanên dimalîn di nav koçe û kolanan de kom dibe û çûnehatê asteng dike lê neçarî paqijkirnê ne jî.

Welatî Îzet Atak ji K24ê re dibêje: "Nêzîkî nîv metre, metreyeke berf dikeve ser serbanan.  Em her kêlî paqij dikin. Dema berf dibare kar nayê kirin.  Li welatî 6 mehan ku di bin berfê de derbas dibe kar nayê kirin."

Ji ber ku rêya gundan tê girtin gelek welatî koçî bajaran dikin. Ji ber koça demsalî serjimêra bajêr zêde dibe. Lê gelek welatiyên ku li gundan dijîn jî di 6 mehên zivistanê de berê xwe didin bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalyayê. Mihemed Şîrîn Doner jî di mehên havînê de cotkariyê dike û dibêje, temamê zivistana xwe di mal de derbas dikim  û tenê 4-5 mehên salê dixebitim.

Mihemed Şîrîn Doner dibêje: "Em li Buharê cotkariyê dikin, dema ku me karê xwe qedand em li benda zivistanê dimînin. Jê heta ku zivistan biqede em di mal de ne. Kesên pêwîstiya wan bi xebatê hebe di mehên zivistanê de koçî bajarên Rojavayê Tirkiyeyê dikin."

Bi lêkirina berfê çere jî zêde dibe. Li zeviyên ku cotkarî lê tê kirin ax ji avê têr dibe li ser zozanan jî giyayên cûr be cûr şîn dibin. Dema ku berf zêde bibarê ajaldar gelek ka û ceh nakirin û lêçûnên ajaldariyê kêm dibin. Bandoreke ya berfê jî li ser hosteyên sobeyan heye. Ferhat Akdag jî li Tetwanê dijî, sobeyan çêdike û difiroşe. Lê li gorî ku Akdag dibêje, ji beriya ku berf bibare firotina sobeyan baş e lê dema ku berf bibare xelk nikarin ji gundan werin û karê wî radiweste.

Hosteyê Sobeyan Ferhat Akdag got: "Bi destpêkirina dibistanan em jî dest bi çêkirina sobeyan dikin. Heta ku berf bibare herkes sobeyên xwe dikire. Di berfê de em nikarin sobeyan bifiroşin. Dema ku berf dibare rêya gundan tê girtin, xelk nikarin werin bazarê."

Her çiqas li herêma Botan, Beriya Mêrdînê û herêma Diyarbekirê kulîlkên biharê şîn bibin jî li Herêma Serhedê hîn bi metreyan berf li erdê ye.  Di dawiya meha adarê de berf hêdî hêdî dihele av ji keviyên berfê diherike. Çavên welatiyên Serhedê êdî li kulîlkên xemla Buharê ne ku ji bin berfê de zîle bidin.