Seyfî Turkmen: Pîşerya Miftegeriyê berpirsiyartî ye

Li Bakurê Kurdistanê gelek pîşe hene ku bi keda destan tê kirin. Yek ji van pîşeyan jî miftegeriye ku pîşeyeke kevnar e. Seyfî Turkmen ê mifteger jî bi salan e ku ji dil û can evîndarê pîşeya xwe ye û ew dibêje vekirina deriyan ji bo wî cihê şahnaziyê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê gelek pîşe hene ku bi keda destan tê kirin. Yek ji van pîşeyan jî miftegeriye ku pîşeyeke kevnar e. Seyfî Turkmen ê mifteger jî bi salan e ku ji dil û can evîndarê pîşeya xwe ye û ew dibêje vekirina deriyan ji bo wî cihê şahnaziyê ye.

Yek ji pîşeyên kevnar û nehatiye ji bîr kirin meftegeriye ku pêşveçûna teknolojiyê jî nekariye vê pîşeyê ji holê rake. Berovajiyê vê yekê ev pîşe ji pêşveçûna teknolojiyê sudê jî werdigre. Yek ji dildarên pîşeya miftegeriyê Seyfî Turkmen e ku ev pîşe ji bavê wî jê re wek mîrat maye û ew jî vê mîrata hêja didomîne.

Seyfî Turkmen dibêje hemû jiyana wî  bi vê pîşeyê ve girêdayî ye û her çiqas niha dahateke berketî jê newe jî ew bi kelecanî pîşeya xwe didomîne. Seyfî Turkmen ji K24ê re li ser vê pêşeyê got: "Di sala 1938 ê de bavê min dest bi vî karî kiri bû. Ev bû 40 sal jî ez miftegeriyê dikim. Heta niha deriyê ku min nekaribe ez vekim tine ye. Ez evîndarê karê xwe me. Malbata min xwest ku min bidin xwendin. Lê min xwendin nîvco hişt û ez vegeriyam vî karî."

Seyfî Turkmen di wê baweriyê de ye ku miftegerî pîşeyeke teybet e û xizmeteke girîng e ji bo civakê. Seyfî Turkmen tenê bi çavê pîşe li miftegeriyê nanêre. Ew tîne ziman ku miftegerî ji bo wî vekirina deriyên xêrê ye jî û ji ber ku li ser vê pîşeyê kûr bûye êw dikare deriyê jiyana mirovan jî veke. Seyfî Turkmen amaje dike ku rêzikên miftegeriyê hene û kesên van rêzikan cîbicî nekin ne miftegerin.

Seyfî Turkmen got jî: "Di pîşeya miftegeriyê de rêzikek heye. Kîjan wextê rojê be bila bibe eger mirovek mabe ber derî û li min bigere ez nikarim bêjim ku nayêm. Gelek caran di derengê şevê de li min geriya ne û ez bi dil û can çûme min derî vekiri ne."

Seyfî Turkmen dide zanîn ku ji bo pêk anîna pîşeya miftegeriyê pêwîste destên kêrhatî, çavên xurt û her wiha bîrewerî li gel hev hebin, ji berk u miftegerî berpirsiyariyeke girîng û teybet e.