Navendek bo zarokên astengdar li Amûdê hat vekirin

Tevî karînên kêm yê navendê, lê navend alîkariyeke baş bo zarokên otîzmê û dawin û hin kêseyên din pêşkêş dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Navendek bo rahênankirina zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Amûdê hatiye vekirin. Tevî karînên kêm yê navendê, lê navend alîkariyeke baş bo zarokên otîzmê û dawin û hin kêseyên din pêşkêş dike.

Li bajarê Amûdê yekemîn navenda taybet bi zarokên xwedî pêdiviyên taybet hate vekirin. Nêzî 16 zarokî li vê navendê têne rahênankirin, daku cihê xwe di civakê de bibînin. Mamosteyên ku bi awayekî xwebexiş di navendê de kar dikin zarokan fêrî xwendin û nîvsandinê dikin. Herwiha ji aliyê derûnî ve jî xizmetan ji wan re pêşkês dikin.

Navend gelek kêseyan li xwe digre mîna otîzim, dawin û zarokên ku pirsgirêkên axaftinê bi wan re hebin. Berpirsa navendê dibêje, yek ji pirsgirêkên ku bi wan re derbas dibe neqebûlkirina malbatan ji vê çandê re ye, herwiha karînên madî yên kêm in.

Li Rojavayê Kurdistanê navendên taybet bi xwedî pêdiviyên taybet kêm in û piraniya navendên heyî di çend salên dawî de hatine vekirin. Li gorî karmendên navendê armanca wan ew e, alîkariya van zarokan bikin, da ku jiyaneke normal mîna hemû zarokan derbas bikin û bicihkirina wan di civakê de, nemaze ku berpirsa navendê bixwe dayika zarokekî xwedî pêdiviyên taybet e.