DI 4 mehên pêşîn de 250 hezar geştyaran serdana Dîyarbekirê kirîne

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku di 4 mehên pêşî yên sala 2019ê de 250 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiri ne û armanc ew e ku di sala 2019ê de ji 1 milyonî zêdetir serdana Diyarbekir bikin. Gelek kompaniyên geştiyariyê didin zanîn ku heta niha di bernameyên wan ên geştê de Diyarbekir cih nedigirt lê ji îsal pê de gelek kompaniyan berê xwe da ye Diyarbekir.

K24- Amed

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku di 4 mehên pêşî yên sala 2019ê de 250 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiri ne û armanc ew e ku di sala 2019ê de ji 1 milyonî zêdetir serdana Diyarbekir bikin. Gelek kompaniyên geştiyariyê didin zanîn ku heta niha di bernameyên wan ên geştê de Diyarbekir cih nedigirt lê ji îsal pê de gelek kompaniyan berê xwe da ye Diyarbekir.

Diyarbekir di warê geşt û guzariyê de di sala 2019ê de destpêkeke serkeftî bi dest xist û li gorî daneyên ku Parêzgeriya Diyarbekirê parve kiri ye jî di 4 mehên pêşî yên 2019ê de 250 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiri ne. Daneyên 2018ê yên 4 mehên pêşî didin zanîn ku 131 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiri bûn û ji ber vê yekê berpirsiyarên qada geştiyariyê ji 2019ê gelek bi hêvî ne. Serokê Komeleya Geştiyarî û Danasînê Ya Diyarbekir Edîp Paçal dibêje ji qasî ku wan hêvî dikir zêdetir eleqeyek bo Diyarbekir heye.

Edîp Paçal- serokê Komeleya Geştiyarî û Danasînê ya Diyarbekir, got:"Diyarbekir deverek wisa ye ku geştiyar dikarin di hemû qadên geştiyariyê de sûdê jê werbigrin. Em ji sala 2019ê gelek bi hêvî ne. Bi teybetî rezervasyon ji bo piştî cejnê tije bû ne. Tenê yê ku ez dizanim ji welatên Asyayê 120 hezar geşiyaran rezervasyon kiri ne."

Gelek kompaniyên geştiyariyê yên Rojavayê Tirkiyeyê ku di bernameyên wan de Diyarbekir qet cih nedigirt ji îsal pê de êdî cih didin Diyarbekir jî. Berpirsên kompaniyên geştiyariyê û geştiyar amaje dikin piştî wan Diyarbekir dîtî ye poşman bû ne ku heta niha serdana Diyarbekir nekirine.

Nezahat Demîr- geştiyar, got:"Diyarbekir navendek a pêkvejiyanê ye. Ji çand, netew û olên cûda mirov dijîn. Ev cara yekeme ku têm û dixwazim careke din jî werim. Ez ji bajarê Eskîşehîrê hatime. Min gelek jê hes kir."

Ozgur Bîngol-  berpirsê kompaniya geştiyariyê, dibêje:" Potansiyelek dewlemend a geşt û guzariyê ya Diyarbekir heye. Me di bernameyên xwe de cih dide Diyarbekir. Lê êdî daxwaz heye û em Diyarbekir jî dixin nav deverên serdanê. Em ji eleqeyê memnun in. Bajarek xweş e. Bi teybetmendiyên xwe yên dîrokî di dîroka Cîhanê de jî xwedî ciheke teybet e."

Li gorî daneyên Gerînendehiya Geşt û Guzariyê Ya Diyarbekir di sala 2016ê de 122 hezar geştiyaran, di sala 2017ê de 276 hezar geştiyaran, di sala 2018ê de jî 421 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine û bi xelata Sêva Zêrîn û keşifkirina Keleha Zêrzevanê bawerî ew e ku dê di sala 2019ê de hijmara geştiyaran dê ji 1 Milyonî jî zêdetir be.