DAIŞ girîngtirîn şûnwarên Tedmurê diteqîne

Rêxistina radîkal a DAIŞê Şanogeha “Bal Şimîn”ê ku yek ji girîngtirîn şûnwarên Tedmurê ye teqand.

K24– Navenda Nûçeyan 

Rêxistina radîkal a DAIŞê Şanogeha “Bal Şimîn”ê ku yek ji girîngtirîn şûnwarên Tedmurê ye teqand.

Rêveberê Giştî yê Şûnwaran li Sûriyê Memûn Ebdilkerîm duh, 23 Tebaxê, ragehand ku çekdarên DAIŞê Şanogeha “Bal Şimîn” yek ji girîntirîn şûnwarên Tedmurê yên ji serdema Romanî ve ye, teqandin.

Di heftiya borî de çekdarên DAIŞê pisporê şûnwaran û rêveberê şûnwarên Tedmurê Xalid Es'ed (82 salî) serjê kirin.

Berî kontrolkirina DAIŞê ji bajarê Tedmurê re, berpirsên Sûriyê gotibûn ji ber metirsiya teqandin û wêrankirina DAIŞê ji şûnwarên Tedmurê, bi sedan peykerên kevnar veguhestine cihên ewle.

Di Hezîrana borî de DAIŞê du gorên şûnwarî li Tedmurê teqandibûn. 

Ebdilkerîm got jî ku çekdarên DAIŞê êdî di bin axê de li zêran digerin.

Perestgeha “Bal Şimîn” ku wek “xwedêwenda esman” li ba Fînîkiyan e, di sal 17an de hat avakirin. 

DAIŞê di 21 Gulana Borî de bajarê tedmurê kontrol kir, ku bêtirî 200 kes kuştin ji nav wan 20 kes di mûzexaneya şûnwarî de.