Li Dêrelokê 3. karnevala “Pêkvejiyana Olî” birêve çû

Li Nahiya Dêrelokê ya ser bi Amêdiyê ve karnevala “Pêkvejiyana Olî” di navbera olên Milsilman, Xiristiyanî û Êzidiyan de hate lidarxistin.

K24 – Amêdî

Li Nahiya Dêrelokê ya ser bi Amêdiyê ve karnevala “Pêkvejiyana Olî” di navbera olên Milsilman, Xiristiyanî û Êzidiyan de hate lidarxistin û her olekê kultur, dab û nerîtên xwe di vê karnevalê de derbirîn.

Devera Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê di dîroka xwe de û heta îroj, yek ji nimûneyên ciwan ên pêkvejiyana olî ye û bi sedan salan e hemû pêkhate bêcudahî jiyana xwe bi hev re derbas dikin û roj bi roj pêwendiyên wan xurtir dibin.