Komeleya Buhar li Kobanê alîkariya cotkaran dike

Komeleya Buhar ligel Desteya Çandiniyê li bajarê Kobanê alîkariyan li xwedî projeyên biçûk belav dike, li gor endamên komeleya Buharê budceya alîkariyan 30 hezar dolar e û dê li 44 gundên derdora kobanê bê belavkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/03c2dc04-52c2-46c0-b05e-44b9d530581b/Kobane%20-%20chandin.ism/manifest

K24 – Kobanê

Komeleya Buhar ligel Desteya Çandiniyê li bajarê Kobanê alîkariyan li xwedî projeyên biçûk belav dike, li gor endamên komeleya Buharê budceya alîkariyan 30 hezar dolar e û dê li 44 gundên derdora kobanê bê belavkirin.

Di salên borî de girtina dergehên sînorî û buhabûna nirxan bandoreke bi ziyan li berhemên çandiniyê kir, ta asta ku hejmarek ji çotkarên deverê zeviyên xwe bûr hiştibûn. loma welatiên gundên Kobanê pêdiviyê bi alîkariyên Berfirehtir dikin.

Komleya Buhar van alîkariyan Bi destê çotkaran dixe di qonaxeke dorpêç û asteng de, ku di encamê de gelek berehmên çandiniyê têk diçûn, bi sedema nebûna pêdiviyên pêwist.

li gor endamên Desteya Çandiniyê dê musima îsal baş be,ji ber vê yekê ew hewl didin ku hin embaran ava bikin da berhemên çandiniyê tê de kom bikin.