Salvegera koçkirina damezrênerê Elfabeya Kurdî ya latînî

Di 15 tîrmeha vê salê de 68 sal di ser koçkirina damezrênerê Elfabeya Kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan derbas dibin.

K24- Hewlêr

Di 15 Tîrmeha vê salê de 68 sal di ser koçkirina damezrênerê Elfabeya Kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan derbas dibin.

Nivîskarê Kurd Konê Reş dibêje ku kesek mîna Celadet Bedirxan xwedî kedek mezin e di ziman, wêje û rojnemegeriya Kurdî de, lê tu guhdan pê nehatiye kirin.

Di 15 tîrmeha vê salê de 68 sal di ser koçkirina damezrênerê Elfabeya kurdî ya latînî mîr Celadet Bedirxan re derbas dibin.

Di 68 mîn salvegera koça dawî ya mîr Celadet Bedirxan de,me seredana nivîskarê kurd Konê Reş kir ku di jiyana xwe ya wêjeyî de,bi berferehî dîroka malbata Bedirxaniyan şopandiye û 7 berhemên curbecur li ser dîroka wan nivîsandine û salane beşdariya çalakiyên girêdayî vê malbatê dike çi simîner bin û çi jî  mihrîcan û aheng bin.

Konê Reş dibêje ku bi saya mîr Celadet Bedirxan, gelek inistutyên kurdî li stenol, Amed, Siwêd, Obsala, Piroksel û Berlînê û hin deverên din hatine damezrandin û ji ber wilo jî, ji her kurdekî tê xwestin ku keda mîr Celadet Bedirxan jibîr nekin.

Konê Reş dibêje ku cihê daxê ye li tevaya Kurdistanê ew guhdana mezin bi damezrênerê Elfabeya Kurdî Latînî mîr Celadet Bedirxan nehatiye kirin û li Rojavayê Kurdistanê tenê hola partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê navê Mîr Celadet lê hatiye kirin û bi dehan çalakiyên çandî û wêjeyî li vê holê hatine li darxistin.

Yek ji hêvî û omîdên nivîskar Konê Reş ku navê malbata Bedirxaniya û di serî de bavê Elfabeya Kurdî Mîr Celadet Bedirxan li ser sazî û dezgehan û li ser dibistan û zanîngehan dîtiba,lê ta niha ew hêviyên wî pêk nehatine.

Konê Reş di bêje ku li bajarê Qamişlo bexçeyekî xwendinê hate vekirin û dema perde ji ser peykerên çend kesên xwedî ked û bandor hate hilanîn,wî guman di kir ku peykerê Mîr Celadet Bedirxan jî hebe,lê mixabin ew hêviya wî careke din pêk nehat.

Mîr Celadet Bedirxan di 26 meha gulana sala 1893an de li Stembolê ji dayik bûye û di sala 1919an de Elfabeya Kurdî ya Latînî saz kiriye û ji sala 1932an ta 1943an 57 hijmar ji kovara Hawarê bi tîpên latînî belav kirine.

Herweha di salên 1942 ta 1945an jî 28 hijmar ji rojnameya Ronahî jî çap û belav kirin.

Di 15 tîrmeha sala 1951ê de li bajarê şame jiyana xwe ji dest da dema bîra Qederê dibin de herifî û li goristana şêx Xalid Neqşebendî li taxa kurda li bajarê şamê bi axê hate spartin.