Navçeya Elbakê hunereke xwezayî ye

Her cihekî Kurdistanê di xwe de buheşteke cuda vedişêre.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Her cihekî Kurdistanê di xwe de buheşteke cuda vedişêre. Li Elbak a navçeya Wanê jî travertenên ku çêbûne, wek xweşiyeke veşartî ne. Travertenên Elbakê bi xweşiya xwe her diçe zêdetir tê nasîn û jê tê behskirin. Diyar e ku heger rêyên wê bên çêkirin jî dê bibe navnîşaneke geştiyarî.

Elbaka navçeya Wanê, heger ku hûn bi nav çiyayên li hewildor ve bikişên, gelek mînakên ji xweşiya xwezayî û weka ku xwe ji nezerê veşêre jî hunerkariyên wiha xwezayî bibînin. Ev travertenên ku bi vê ava dibijiqe bi xwezayî çêbûne, her diçe zêdetir kesî ji bo serdana xweşiya xwe vedixwîne.

Roja ku em serdan dikin jî Serokê Komeleya Parastina Hewildorî ya Wanê Çev-Derê Alî Kalçik jî li wir e ku ew jî yekem car e vê xweşiyê dibîne. Kalçik bi heyranî û şanazî behsa serdana xwe ya li vir dike.

Serokê Çev- Derê li Wanê Alî Kalçik ji K24ê re got: "Niha em li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Wanê û navçeya Elbakê, li ser keleya Pembû ne. Ez hatime 60 saliya xwe, lê min tiştekî ew qas delal nedîtibû. Li Denizliyê kelaya Pembû heye, lê ew ava germ e. Lê li vir ava sar jî heye û bi kukurt tiştekî bêhempa peyda bûye ku ez nizanim çewa xweşiya wê vebibêjim. Eva gula Kurdistanê ye, dîtiniya Kurdistanê ye û dixwazim hemû Kurdistanî vira bibînin."

Kesên serdan dikin, daxwaz dikin rêyên ciyên wiha bên xweşkirin û çêkirin da ku ev xweşiyên xwezayî zêdetir bên nasîn.

Cihangîr Balka jî ji Wanê ye û yekem car e, serdan dike. Ew jî bi pesindarî behsa xweşiya tranvertenên Elbakê dike û herkesî vedixwîne ji bo dîtinê.

Cihangîr Balka dibêje: "Divê şaredariyên me dest biavêjin reyên me yên wiha ciyên geştiyarî da ku ciyên wiha xweş û delal yên welatê me Kurdistana xweşik, bidine naskirin. Ciyekî wiha xweşik û delal, hem ji bo tenduristiya mirov, hem jî delaliya wê ya xwezayî hêjayî serdanê ye. Ez jî gelek kêfxweşim ku îro hatime vî ciyê xweşik"

Li gel travertenan jî çemekî ku zinarê li ser rêya xwe helandiye û di navde derbas dibe heye. Wek hunera xwezayî traventer ango keleya hevrişîmî ya Elbaqê û xwezaya li derdor hêjayî dîtin û xwedîlêderketinê ye.