Ji bo zarokên Sûrî ên kêmendam hêviya jiyaneke nû

Li Tirkiyê, ji bo zarokên ku di şerê Sûrî de seqet bûne, dezgeheke alîkariyê protezan çêdike. Di vê dezgehê de yekemîn care ku li Tirkiyê ji bo çêkirina protezan teknolojiya 3D tê bikaranîn. Zarokên kêmendam jî bi saya van protezan ji nû ve xwe li jiyanê radigirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê, ji bo zarokên ku di şerê Sûrî de seqet bûne, dezgeheke alîkariyê protezan çêdike. Di vê dezgehê de yekemîn care ku li Tirkiyê ji bo çêkirina protezan teknolojiya 3D tê bikaranîn. Zarokên kêmendam jî bi saya van protezan ji nû ve xwe li jiyanê radigirin.

Qurbaniyên herî bêguneh yên şer û pevçûnan hertim ew in. Li Surî jî herwisa… Li gor raporta Neteweyên Yekbûyî di maweya şerê navxweyî yê Surî de ku nêzî 7 sale berdewam dike; ji 10 hezaran zêdetir zarok jiyana xwe ji dest dan bi qasî van jî zarok birîndar bûn yan jî seqet man.

Yek ji wan zarokan jî Elî ye. Elî, hê 7 salî ye û beriya 2 salan ji ber bordûmaneke li Helebê lingê wî yê rastê jê dibe. Malbata Elî di gel Elî xwe dispêrin Tirkiyê û bi saya dezgeheke alîkariyê lingeke protez jê re tê çêkirin û ew jî bi saya vî lingî, li ber xwe dide ku xwe ji nû ve li jiyanê ragire.

Dr. Mevlût Yurtseven ji K24ê re wiha got: "Ev proje tenê ji bo gelê Surî hatiye amadekirin. Me karê protezê cara yekem ji bo Elî bikaranî. Elî ji ber şer kete vî halî. Di şer de lingê wî jê bûbû. Me li vir lingê wî pîvand û me proteza wî amade kir. Dema ji vê derê derket bi gogê jî lîst. Em jî bi vê yekê gelekî şad bûn."

Zarokeke din ku ji ber şer jiyana wê têk çûyî Henîn e. Henîna 9 salî jî beriya 5 mehan li Helebê di bordûmanekê de birîndar dibe û lingekî wê jî jê dibe.

Dr. Mevlût Yurtseven dibêje: "Lingê Henîn jî di şer de jê bûbû. Me bi heman awayî ew jî tedawî kir. Piştî rehabîlîtasyonê ew jî bi kêfxweşî vegeriya jiyana xwe ya asayî. Dema hatin û vegera zarokan de em şadiya li ser çav û rûyê wan dibînin; em jî bi vê yekê gelekî dil şad dibin."

Dezgeha ku li Tirkiyê ji ber mexdûrên şer hatî damezrandin bi teknolojiya xwe ya herî nûjen hewl dide ku ji bo zarokên ji ber şer ziyan dîtî bibe hêviyek. Herwiha ji bo zarokên li deverên dûr û nikarin werin vê derê jî…

Teknîkera Protezê Duygu jî got: "Li Tirkiyê yekemîn care ku bo protezan teknolojiya 3D (sê rehendî) tê bikaranîn. Herwiha bi saya vê teknolojiyê em dikarin biçin deverên dûr û laşê kesên ku pêdivî bi protezan hene bi harîkariya leptopek û vê skenirê bi pîvin û piştre jî van pîvanan bo Stenbolê bi rê bikin. Gava pîvan digihîjin vê derê jî yekcar protez tên amadekirin û bo kêmendaman tên şandin."

Abdûlbasitê 10 salî ku herdu lingên wî ji ber bordûmana li Idlîbê jê bûne jî yek ji wan zarokan e û niha li bendê ye ku birînên wî baş bibin; lê piştî demekê bi saya protezên xwe dê derfet bibîne ku bi meşe.