Li Bakurê Kurdistanê rêya bi sedan gundan ji berfê hatiye girtin

Di Zivistanê de wekî li Herêma Serhedê li derdora Diyarbekirê jî riya bi sedan gundan ji berfê tê girtin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê rêya bi sedan gundan ji berfê hatiye girtin û elektrîka wan qut dibe û pirsgirêka avê tê jiyîn. Şêniyan gundan ji ber şertên giran ên kêşûhewayê kewal û sewalên xwe di mal de alif dikin lê ji ber bûhabûna nirxê yêm bi gilî û gazinc in. Ji ber kêmbûna derfetên kar, xortên gund bi taybetî di mehên havînê de berê xwe didin bajarên Rojavayê Tirkiyeyê, xortên gund daxwaza zêdetir derfetên kar dikin.

Ev der gundê bi navê Mamo yê ser bi navçeya Siwêreg a Rihayê ve ye. Li gundê ku di qontara Qerexdaxê de cih digire 40 malbat dijîn. Şêniyên gund debara xwe bi ajaldarî û cotkariyê dikin.  Di zivistana dijwar de şênî zêdetir dema xwe di mal de derbas dikin. Şêniyê gund  Muhiyedîn Kizoglu ji berê ve bilûrvan bûye û di dîlan û civatan de bilûrê lê dide. Muhiyedîn Kizoglu dibêje di zivistanê de jiyana gundewaran di nav zehemetiyan de derbas dibe.

Muhiyedîn Kizoglu dibêje: "Li herêma me carina zivistan 3 meh in carina jî 4 meh in. Ka û ceh bûha ye ji  bo ku em bikarin ajaldariyê bikin em 10 ajalan difiroşin û pê 10 ajalan xwedî dikin. Elektrîka me têra gund nake, em daxwaza trafoyekê dikin lê nadin. Rêya me herî ye heger rê asfalt bikin dê baş bibe."

Xortên gund bi taybetî di mehên havînê de ji bo kar berê xwe didin bajarên wekî Stenbol, Edene û Mêrsînê.  Xortên gund ji kêmbûna derfetên kar gazincan dikin û dibêjin dema ku neçin xerîbiyê em piraniya dema xwe di mal de derbas dikin. Weysî Kizoglu jî dibêje ji ber lêçûnên zêde em nikarin wekî berê ajaldariyê bikin û em ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe diçin xerîbiyê.

Weysî Kizoglu dide zanîn: "Em bi ajaldariyê ve mijûl dibin. Di 3 mehên zivistanê de ajal di hûndir de tên alifkirin. Em jî diçin Stenbolê û li wir kar dikin. Em 2-3 mehan li Stenbolê kar dikin. Debare me li karê li Stenbolê ye. Li vê derê kar tune ye tenê ajaldarî heye lê ajaldarî jî hema bêje nemaye."

Yek ji pirsgirêka şêniyên gundan girtina riyan e. Di mehên zivistanê de wekî li Herêma Serhedê li derdora Diyarbekirê jî riya bi sedan gundan ji berfê tê girtin û gelek caran tirimbêl ji rê derdikevin. Hêvî û daxwaza şêniyên gundewaran ew e ku rêyên wan werin paqijkirin û pirsgirêkên av û elektrîkê werin çareserkirin.