Şûnwarên Diyarbekirê di bin metirsiyê de ne

Akademisiyenkî kampaniyeyek bi 13 zimanan ji bo parastina şûnwaran dest pê kiriye

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji ber şer û pevçûan, gelek ziyan gehiştiye şûnwarên bajêr, akademisiyenkî jî kampaniyeyek bi 13 zimanan ji bo parastina şûnwaran dest pê kiriye.

Akademisyenê Zaningeha Dicleyê Doç. Dr. Azîz Yagan, li ser têkbirin cihên şûnwarî yên li Diyarbekirê, balkişand ku Şaredarî û Parêzgariya Diyarbekirê bi hewldan û kedek mezin kela bajêr û berhemên navê kirin lîsteya UNESCO yê, lê niha ew ked jî beredayî diçe û ew şûnwar ku pêşroj û paşeroja civakê ne jî di rewşeke metirsîdar de ne.

Azîz Yagan di daxuyaniyekê de ji K24 re diyar kir ku “Beriya çend rojan, Tahîr Elçî di serdema ku ji bo parastina bermayî û mîrateyên dîrokî bên parastin daxuyanî dida, hat kuştin. Lê piştî kuştina wî jî tu tiştek neguherî û duh jî Mizgefta Baqirî hat şewutandin.”

Navborî da zanîn jî ku ji bo parastin şûnwarên Diyarbekirê wî kampaniyeyek bi 13 zimana daye destpêkirin û wiha pêde çû “Heta niha, saziyen sivîl jî di nav de, piştgiriyeke baş tê dayîn. Di nav 2 rojan de ji 5 hezarî zêdetir piştgirî hene.  Divê her kes ji bo parastina wan mirateyan biberpirsyarî tevbigerin.”

Wezareta Çand û Hunerkarî ya Tirkiyeyê ku heta niha bêdeng bû daxuyaniyek da û UNESCOyê agahdar kir.