Hinceta li dijî tûndûyujiya jinan, namûs e

Ev tûndrewî herî zêde li dewletên Ereban, Rojhilata Navîn, Efrîqa û li dewletên paşdemayî tê dîtin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di roja piştevanî û têkoşîna li dijî tundûtûjiya jinan de ku wekî  yek ji arîşeyên herî girîng yên cîhanê tê zanîn; jinan li her derê cîhanê li dijî vê tundûtujiyê dengê xwe bilind kirin. Lê mixabin dîsa jî li gelek deverên cîhanê zordarî zilma li ser jinan bi hemû tûndrewiya xwe berdewam e. Ev tûndrewî herî zêde li dewletên Ereban, Rojhilata Navîn, Efrîqa û li dewletên paşdemayî tê dîtin. Li gor pisporan sedema herî girîng ya vê yekê têgihiştina şaş ya namusê û rageşiya di nav civakê de ye.

25ê Mijdarê li dijî tûndûtujiya li ser jinan, roja Piştevanî û Têkoşîna Navnetweyî ye ku; ji aliyê Neteweyên Yekbuyî ve hatiye diyar kirin. Di çarçoveya vê rojê de li her derê cîhanê çalakiyên li dijî tûndûtujiya li ser jinan tên lidarxistin. Li aliyekê jin, bi sloganên li dijî vê tundûtujiyê li meydanan dengê xwe bilind dikin; li aliyekê jî zordariya zilaman ya li ser jinan bi hemû tûndrewiya xwe berdewam e.

Zordarî û tûndûtûjiya li ser jinan herî zêde li dewletên Ereban, Rojhilata Navîn, Efrîqa û li dewletên paşdemayî tê dîtin. Tirkiyê jî yek ji wan dewletane ku tundûtujiya li ser jinan bi awayekî ciddî di nav civakê de xwe nîşan dide.

Koordînatorê gitî yê Platforma Pêşîlêgirtina Kuştina Jinan, Fîdan Ataselîm wiha got:

"Roj nîne ku jin li rastî tundutujiyê neyên. Li malê, li kargehan, li her derê, jin bi tûndûtujiyê re rû bi rû ne; û gelek caran tên kuştin jî. Li gor daneyên fermî, li Tirkiyê her sal 250 an 300 jin têne kuştin. Îsal di van 10 mehên dawî de 238 jinan ji ber vê tundûtujiyê jiyana xwe ji dest dan."

Gelo sedema vê yekê çi ye?

"Yek ji sedema herî giring ya sosyolojîk ya ku em bêjin dibe sedem ku jin bên kuştin ji aliyê bave xwe, ji aliyê birayê xwe yan jî ji aliyê merê xwe ve ew e ku civak bandoreke gelekî giran li ser van mirovan dike. Di sedemeke herî biçûk de jî ku em bêjin jin, jinên wan an jî keçên wan bi zilamekîre bikeve nav têkîliyeke; ne têkîliyek xurtbe jî, ew dibe sedem ku malbat di nava xwe de biryarekî bi vî awayî bistine û li ser navê namusê, yanî dibêjin "divê em namusa xwe paqij bikin" bandorek li ser wan mirovan tê kirin ku da ew mirov mecbûr biminin xwuşka xwe yan jî jina xwe yan jî dayika xwe bikujin."

Bi têkoşîna li dijî vê tundûtûjiyê û herwiha bi hevkariyê, jin caran li dijî vê zordariyê serkeftinê jî bi dest dixin. Mînaka herî dawî ya derbarê vê mijarê de qanûna îstîsmara cinsî bû ku li Tirkiyê hikûmetê dixwast derbixe lê jinan bi têkoşîneke hijmekar nehiştin ku ev qanûn bê derxistin. Lê belê mixabin ji bo rawestandin û pêşî lê girtina tûndûtûjiya li ser jinan hê riyeke dûvedirêj li holê ye