Li Heseke pêşangehek bo cil û bergên folklorî hate lidarxistin
K24- Heseke
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê , pêşangehek bo cil û bergên folklorî hate lidarxistin.
Kesên beşdar, ku ji hemu pêkhateyên deverê bûn, kêfxweşiya xwe bi pêşangehê diyar dikin û behsa giringiya pêşangehên bi vî rengî dikin .
Komîteya çand û huner di kantona Hesekê de yekemîn pêşingeha filklorî ku cil û bergên hemu pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji kurd, ereb,ermen, siryan û aşûrî lida xist.
Endamên komîteya amadekar didin zanîn ku ew dixwazin di riya vê peşingehê re jiyana hevbeş bi hêztir bikin .
Xelk ji hemu navçe û bajarên gundewarê Hesekê beşdarî pêşingehê bûn û piraniya xwe ciwan bûn.
Ciwanên beşdar dibêjin çalakiyên bi vî rengî girêdana pêkhateyan bi hêztir dike û çanda pêkhateyan jî diparêze.
Bi silogana 'çand dengê ji mêjde ye û vedenga nûjeniye ye' yekemîn Pêşingeha filklorî ya cil û bergan li bajarê Hesekê hate lidar xistin.
Pêşingeha navbûrî li ser dirêjahiya 3 rojan dom kir û di nêv de gelek simînar li ser çanda her pêkhateyekê deverê hate dayîn.