Xwediyê xelata Nobilê Elie Wiesel koça dawî kir

Nivîskarê Romanî û xwediyê xelata aştiyê “Nobil” Elie Wiesel roja şemiyê 2 Tîrmehê koça xwe ya bi temenê 87 saliyê bidawî kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ba720c68-8917-4678-89db-7df27b5b2067/ElieWiesel.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarê Romanî û xwediyê xelata aştiyê “Nobil” Elie Wiesel roja şemiyê 2 Tîrmehê koça xwe ya bi temenê 87 saliyê bidawî kir.

Wiesel, sala 1945an ji kampa Bunchwaled ya “Nazî” de bû û piştre ji holokosta Cihûyan ya li ser destê Adolf Hitler encam dabû sax mabû, piştre jî bo Amerîkayê koç kir.

Holokosta Cihûyan de dema rêjîma Adolf Hitler nîzîkî 6 milyon Cihû şewtandin, ku ji sala 1941-1945 ve berdewam bû. Dê û bavê Wiesel li ser destê naziyan hatin kuştin.

Wiesel sala 1986 xelata "Nobil" ya aştiyê bi dest xist, ew jî di encama karê wî de di warê aştiyê de. Komîteya berpirs jî weke peyamnêrekî ji mirovatiyê û weke serkirdeyekî ruhî binav kiribûn.

Elie demekê gelekî nîzîkî Serokê Amerîkayê Barak Obama bû û rola wî di tundkirina helwestên Amerîka û navdewletî li hebmer mijara atomiya îranê habû.