Şêwirmendê berê yê Almanya jina 5an tîne
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şêwirmendê berê yê Almanya Gerhard Schroder, ji bo cara pêncam û di temenê 73 saliya xwe de, wê li gel xanimeke Korî bizewice, ku bazirgan e û temenê wê 48 sal e.
Berî niha Gerhard Schroder çar caran jin aniye, lê ji destpêka vê salê ve, pêwendiya hezkirinê li gel Kim So Yonda kir û biryar e îro bi amadebûna 150 kesî, ahenga hevjîniya xwe li Berlîna paytexta Almanya lidar bixe.
Schroder ne tenê meriv û dostên xwe vexwendiye şahiyê, lê Serokê niha yê Almanya û Weîzrê Derve yê Tirkiyê û çend kesatiyên din jî vexwendiye.
Herwiha Serokê Rûsya jî vexwendibû, lê Vladimir Putin ragihand, ku ew nikare di şahiyê de amade bibe.
N.O