Taşteya Wanê li cihanê jî deng vedaye

Axa Kurdistanê ji gelek şaristaniyên qedîm re bûye wargeh. Ji ber vê yekê jî her bosteke axa wê, pir rengî bi hemû dewlemendiya xwe ve xwe dide nîşandan. Bi vê yekê jî hemû der û deverên axa qedîm, xwediyê taybetmendiyên xwerû û hêja ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Axa Kurdistanê ji gelek şaristaniyên qedîm re bûye wargeh. Ji ber vê yekê jî her bosteke axa wê, pir rengî bi hemû dewlemendiya xwe ve xwe dide nîşandan. Bi vê yekê jî hemû der û deverên axa qedîm, xwediyê taybetmendiyên xwerû û hêja ne. Herwiha di nav vê şaristaniyê de çand û rêbaza xwarinê jî cihekî qedirbuha digire. Ji wan deverên xwedî çand û dîrokî yek jî Wan e. Bajarê Wanê diwarê gelek xwarinên herêmî de pêşketiye. Bi taybetî jî taştêya wê, li her çar aliyên cîhanê deng vedaye.

Li Wanê, dema sifreya taste tê raxistin mirov di nav nakokiyan de dimîne ka çi tiştî bixwe. Ji xwe di taştê de ya ku serî dikişîne jî penirê Wanê yê bi sîrmo ye.

Herwiha li gorî xwediyê kargeha ku taştêya Wanê lê tê xwarin, daxwaza li ser taste îsal ne wek salên borî ye û xwestek gelek kêm bûye.

Karsazê Taştêya Wanê Yusuf Konak ji K24ê re dibêje: "Ev 41 yek sal in ez vî karî dikim, ev du sal in îş hinekî kêm e, her wiha îsal kêmtire. Herwiha şixulê me li ser sibê ne, berê ji bo taştê her rojê teyarek dihat yek diçû. Jixwe sala îsal din ya jî nexweş e, bila xweda xweşiyê bide."

Li bajêr, kolana taştê heye û nêzî 70 kargeh li pey in ku hem debara xwe bikin, hem jî vê çandê bêhtir bidin nasandin.

Di taştêya Wanê de tiştê herî girîng ew e, ku hema hema hemû berhemên xwarinê sirûştî û herêmî ne. Taştiya Wanê ya binav û deng, di 1ê Pûşpera 2014an de bi tevlîbûna 52 hezar kesî ve kete Pirtûka Guinnessê a Baştirîn. Herwiha welatiyên biyanî jî te'ma taştê pir diecibînin û ji ber vê sedemê jî taştêya Wanê, li derveyî welêt jî bûye sektoreke mezin.