Gol û çiyayê Nemrûdê bergehên cudareng pêşkêş dike

Nemrûd xwedî xweşiyên dewlemend e û hêjayî serdan û dîtinê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Her bergeh û dîmenên li ser çiyayê Nemrûdê yê Tetwanê, xweşiyeke cuda pêşkêş dike. Golên krater ango kortal û bergehên li hewildor Nemrûdê dike wek xaleke geştiyarî û kesên ku serdan dikin jî bi heyranî behsa xweşiya wê derê dikin.

Golên kortal yên ku piştî peqîna çiya çêbûne, têkilbûna berfa ku ji zivistanê maye, şînahiya biharê û bergeh û dîmenên li hewildoriya Nemrûdê, xweşiyên cudareng pêkvê pêşkêş dike. Geşityar û kesên serdan dikin jî, ji aliyekî ve bergeha çiyayê sîpanê, li aliyek behra Wanê û dîmenên rengîn yên li hewildor bi şanazî temaşe dikin.

Îsa Eskîn ji Tetwanê ye û demeke dûr û dirêj wan bi eşîra xwe ya Elikan ve, vê dere wek zozan bikaraniye. Eskîn jî balê dikşîne ku Nemrûd xwedî xweşiyên dewlemend e û hêjayî serdan û dîtinê ye.

Îsa Eskîn ji K24ê re got: “Di vê kortalê de heft gol hene, yek jê mezin e, yek jî tê de hem ava sar, hem jî ava germ heye. Pênc golên din jî mezinahî û biçûkiya wan cure cure ne. Yanî Nemrûd ji bo miletê Kurd jîngeheke makul û xweş e.”

Kesên ku serdana Nemrûdê dikin, daxwaza çêkirina rêyan ku zivistanê xirabûne dikin da ku geştiyar bi xweşî serdana vî ciyê xweş bikin û bi dilê xwe lê bigerin.

Necmî Erol jî bi mêvanê xwe yên ku ji Amrîkayê hatine re, serdana Nemrûdê dikin. Erol tîne ziman ku bergehên li vir, bêhempa ne û mînakên ji dewlemendiya Kurdistanê ne.

Geştiyar Necmî Erol dibêje: “Jixwe ez vira nas dikin, Nemrûd û Wanê dizanim. Mêvanên mim hebûn, qefleyekî mêvanên ku ji Emeraqayê ne û ji Newyorkê hatine, ev 2 roj e mêvan in. Min jî xwest ku ew gola Wanê û Gola Nemrûdê bibînin. Bi rastî ji bo me Kurdistaniyan ev der ciyekî pîroz e. Ciyekî ku ji aliyê xwezayî ve dewlemend e û min xwest nîşanî wan jî bidim. Çi qefle geştiyar hebin divê van xweşiyan bibînin.”

Mêvanên Necmî jî bi kêf û pesindarî behsa serdana xwe ya li Nemrûdê dikin.

Geştiyar Sheyn wiha axivî: “Ez ji Newyorkê hatime, ev der xwedî bergeheke bêhempa ye û gelek xweş e. Li ser vî çiyayî her tiştek xweş e, lê di vê demê de dîtina berfê, ji bo min balkêş e.”

Hewza Gola Nemrûdê ji ber xwezaya xwe ya taybet di bin parastinê de ye, yanî wek ‘qada sît’ hatiyê ragihandin û di demsalên zivistanê de jî kaşoka li ser berfê  lê têkirin.