Werzîş ji bo rêgirtina li nexweşiya şekir girîng e

Di cîhanê de yek ji nexweşiyên ku herî gelek tê dîtin nexweşiya diyarbetê ango nexweşiya şekir e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di cîhanê de yek ji nexweşiyên ku herî gelek tê dîtin nexweşiya diyarbetê ango nexweşiya şekir e ku ji her 11 mirovan di mirovekê de nexweşiya diyabete tê dîtin ku ev yek dike 415 milyon mirov. Bijişk amaje dikin ku di rojhilatanavîn de jî ev nexweşî gelek tê dîtin û eger pêşî lê neye girtin ji jêkirina lingan heta korbûnê û heta dawîlêhatina jiyanê jî diçe.

Li gorî daneyan ji %8ê mirovan ango 415 milyon mirov bi nexweşiya diyabete ango bi nexweşiya şekir ketine. Sedema sereke jî ew e ku mirov ji pêdiviya laş zêdetir şekir bi kar tînin û şekirê zêde jî di nava laş de dimîne û şekirê xwînê zêde dibe. Ev yek jî dibe sedema nexweşiya şekir ku encamên xetere bi xwe re tîne. Bijişk dibêjin eger pêşî lê neyê girtin ev nexweşî dibe sedema korbûnê, jêkirina lingan û heta dawîlêhatina jiyanê jî diçe. Bijik Mehmet Volkan Yîgît dide zanîn divê mirov hay ji xwarin û vexwarina xwe hebin û kesên bi nexweşiyê ketibin jî li gorî parêza bijişkan tevbigerin.

Bijişk Mehmet Volkan Yîgît ji K24ê re got: "Ji xwe di hemû xurekan de şekir heye. Mirov tiştên şêrîn nexwin jî dikarin ji xurekên xwezayî pêdiviya şekir dabîn bikin. Bi teybetî di nava 30 salên dawîn de xurekên çêkirî bêhtir ketin jiyana me de û bi vê yekê bikaranîna şekir jî zêde bû. Nexweşiya şekir pêşiyê bandorê li linge mirovan dike, gurçikan jî qels dike."

Bijişk balê dikêşin ku li Bakurê Kurdistanê nexweşên şekir heta ku nexweşî li wan nede der serî li bijişkan nadin û bi teybetî jî di çayê de gelek şekir bi kar tînin. Welatiyên ku bikaranîna şekir kêm dikin jî hene û yên li dijî vê rewşê jî hene.

Bijişk hişyarî didin ku di pêşîlêgirtina nexweşiya şekir de rêbaza herî bibandor werzîş e ku kêloyên zêde jî rê li ber nexweşiya şekir vedike û %70yê kesên ku bi nexweşiya şekir ketine bi rêya werzîşê û parêzeke rêk û pêk dikarin ji vê nexweşiya giran rizgar bibin.