Şerîf Kino di wênesaziyê de mijarên gerdunî dinexşine

Wênesazek ji Qoser a Mêrdînê yê bi navê Şerîf Kino ji ber ku şewata Avustralyayê û mirina bi milyonan ajalan bandorek mezin li wî kiri ye, di berhemên xwe de cih dide rewşa ajalan û banga hestiyariyê li cîhanê dike.

K24-Qoser-Mêrdîn- Amed

Wênesazek ji Qoser a Mêrdînê yê bi navê Şerîf Kino ji ber ku şewata Avustralyayê û mirina bi milyonan ajalan bandorek mezin li wî kiri ye, di berhemên xwe de cih dide rewşa ajalan û banga hestiyariyê li cîhanê dike.

Wênesazî yek ji wan huneran e ku hunermend hemu nêrîn, peyam, êş û keyfxweşiyên xwe bi xêzkirin û rengan digihîjînin mirovan. Yek ji van wênesazan jî li Qoser a Mêrdînê dijî. Wênesaz Şerîf Kino dibêje wênesazî ji bo wî wek evînekê û parçeyek ji jiyana wî ye. Şerîf Kino di sala 1966an de li Qoserê hatiye dine û dide zanîn ku ew ji 5 saliya xwe ve wêneyan xêz dike. Kino amaje dike ku tevî hemu guvaşên malbatî û civakî wî dest ji wênesaziyê berneda ye û dawiya dawî jî xwe bi hemu derdora xwe daye qebulkirin.

Şerîf Kino (wênesaz), dibêje:"Di zaroktiya xwe de bavê min û hevalên wî yên sofî dihatin mala me û min xwe vedişard û wêneyên wan xêz dikir. Bi rastî jî gelek dişibiya wan. Rojekê min wêne nîş wan da. Bavê min hêrs bû lêxistin li min kir, ji min re got çima tiştê wisa dikî ev şixul kare şeytan e û em misilman in."

Wênesazê Kurd di wê baweriyê de ye ku hunermend ew kes e ku bikare bi hemu êş û bextewariyên mirovatiyê re hemrewş bibe û bikare guh bide qêrînên xwezayê. Ji ber vê yekê jî şewata ku li Avustralyayê bi daristanan ketiye û bûye sedem mirina 480 milyon ajalan bandoreke mezin li wî kiri ye û yek ji remzên Avustralyayê Qanguru di berhemek xwe de xêz kiriye. Wênesazê hestiyar dibêje yên ji ajalan û xwezayê hes nekin nikarin ji mirovan jî hes bikin û peywira hemu mirovan e kul i xwezayê û ajalan xwedî derbikevin.

Şerîf Kino (wênesaz) got:"Ev qanguru jî wekî remzek yê Avustralya ye, qanguru û koala koala dişewitîn. Gelk ji wan şewitîbûn û ser erde rêz bibûn. Kezeba min bi wan şewitî û ev wêne derket holê. Cara yekem min di înternetê de dît. Ez li wir bûma mine hewl bida ez wan ji nav wî agirî derxim."

Şerîf Kinoyê Wênesaz jiyana xwe dişibîne jiyana lehengê romanê yê navdar donkîşot ku di gelek berhemên xwe de cih dide vî lehengî û li aliyekê jî balê dikêşe ser pirsgirêkên civakî û siyasî ku 48 sal in bênavber wêneyan xêz dike yekem pêşangeha xwe di sala 1981ê de piştî derbeya leşkeri li dar xisti ye ku hîn jî êşên wê demê û êşên şer di berhemên xwe de xêz dike.