Navê Alan Kurdî li keştiyeke rizgarkirina koçberan dibe

Keştiyeke rizgarkirina koçberan li Almanyayê ku di deryaya Spî de kar dike, navê zarokê Kurd Alan Kurdî ê di deryaya Egeyê de xeniqîbû hat kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keştiyeke rizgarkirina koçberan li Almanyayê ku di deryaya Spî de kar dike, navê zarokê Kurd Alan Kurdî ê di deryaya Egeyê de xeniqîbû hat kirin.

Di merasîmekê de ku malbata Alan Kurdî amade bûbû li grava Mayorka navê Alan Kurdî li keştiyeke Almanî hat kirin ku taybete bi rizgarkirina koçberan ji nav deryayê.

Alan Kurdî zarokekî Rojavayê Kurdistanê bû û di 2ê Îlona 2015an de dema malbata wî dixwast bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibin li deryara Egeyê ligel çend endamên malbata xeniqîbû û pêlên deryayê termê wî avêtibû beravên Bodrûmê ya Tirkiyê.

Mirina Alanê Kurdî û wêneya termê wî li beravên Bodrûmê gelek karvedan li dû xwe anîbû.