Li Japonyayê xwendekar paqijiyê dikin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Berevajiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, li Japonyayê xizmetkarên li dibistanan nînin, xwendekar û mamoste her roj di demeke diyarkirî de zend û bendên xwe vedimalin û derdorê paqij dikin.

Li Japonyayê dema mamosteyek nexweş bikeve û newe dibistanê mamosteyekî din li şuna wî kar nake. Belê 25-30 zarok wê rojê hemû di pol de bi serê xwe dimînin. Mamostayekî-mamostayeke çavdêr jî nîne, wate bawerî bi wan zarokan heye ku di pol de wê li ser dersen xwe berdewam bin.

Xwendekar wek rêzgirtin di destpêka dersê de serê xwe ji mamosta re diçemênin. Li Japonya pişûya havînê di naverasta sala xwendinê de ye û 5 hefte ye. Dibistan di vê demê de eger bi fermî jî di pişûyê de bin, lê dîsan mamoste û xwendekar tên û çalakiyên wek spor, huner û projeyan dikin, yanî havînan jî her dibistan heye.

Ev hemû aliyên balkêş li aliyekî, dibistanên Japonî di asta cîhanê de heta tu bibêjî serkeftî ne. Li gor testeke navdewletî, xwendekarên Japonî di matematîkê de di rêza 7em û di zanistî de jî di rêza çarem de ne.

Li Japonyayê xwendekar paqijiyê dikin