Di cîhanê de 246 milyon kes maddeyên hişbir bi kar tînin

K24-Amed

Ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve 26ê Hezîranê wek Roja Pêşîlêgirtina Bikaranîna Maddeyên Hişbir tên qebûl kirin. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di sala 2017an de 580 kesan ji ber maddeyên hişbir jiyana xwe ji dest dane û piraniyan van kesan jî di navbera temenê 25 û 30î de ne. Dêrûnnas balê dikêşin ku belavbuna maddeyên hişbir a di nav ciwanan de hêmana mereqê girîng e.

 

Di sala 1987an de ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve roja 26ê Hezîranê wekî Roja Pêşîlêgirtina Bikaranîna Maddeyên Hişbir hat qebul kirin. Di 26ê Hezîranê de jî dane didin zanîn her ku diçe bikaranîna  maddeyên hişbir belav dibe. Li gorî daneyan li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di sala 2017an de 580 kesan ji ber maddeyên hişbir jiyana xwe ji dest dane û temenê piraniya van kesan jî di navbera 25 û 30î de ye. Serokê Komeleya Stêrka Kesk a Tekoşîna Hember Berbendiya Maddeyên Hişbir  Yahya Oger amaje dike ku  ji malbatê heta dibistanan divê hişmendiyeke hevpar hebe ku ciwan ji maddeyên werin durxistin.

Yahya Oger- serokê Komeleya Stêrka Kesk a Tekoşîna Hember Berbendiya Maddeyên Hişbir, dibêje:"Divê em ewil pêşî li destpêkirinê bigirin. Wexta ku destpêkir jî divê were zanîn ev nexweşiyeke û dermankirina wê pêkan e. Dikarin bi reqema fermî a dewletê 191ê bigerin û piştgirî bistînin. Her wiha nexwexaneyên dewletê hene ku bi teybetî bo berbendiya maddeyên hişbir ji holê rakşn dixebitin."

Dêrûnînas balê dikêşin ku divê pêşî sedemên destpêkirina bikaranîna maddeyên hişbir ji holê werin rakirin. Dêrûnînas Duzgun Ugûr tîne zimên ku hêmana mereqê û hawir a hevalan di destpêkirina bikaranîna maddeyên hişbir de  gelek girîng in.

Duzgun Ûgûr- dêrûnnas- dibêje:"Hêmana mereqkirinê û hawira hevaltiyê di destpêkirina bikaranîna maddeyên hişbir de girîng in. Bi teybetî divê ciwan bikarin bêjin "na". Ciwan di bin bandora hevalên xwe de dimînin û mereq dikin. Divê hêsta mereqkirinê ya Ciwanan ber bi nasîna jiyanê û xwezayê ve were kêşan. Wek mînak geştên xwezayê, fêrbûna agahiyên zanistî. Ev yek bi hevkariya malbatê û pergala perwerdeyê pêkan e."

Li gorî daneyên Neteweyên Yekgirtî li cîhanê 246 milyon kes maddeyên hişbir bi kar tînin û her sal ji ber bikaranîna maddeyên hişbir jî 200 hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Dîsa li Tirkiyeyê  ji ber bazirganiya maddeyên hişbir jî 50 hezar û 386 kes di girtîgehan de ne. Dêrûnînas bang li rayedaran û malbatan dikin ku divê ji ciwanan re baş were ravekirin ku bikaranîna maddeyên hişbir ti caran nabe rêya çareseriya pirsgirêkan û pirsgirêkan kurtir dike.