Berf li çend navçeyên Bakurê Kurdistanê dibare

Şepêleke barîna berfê bi ser çend navçeyên Bakurê Kurdistanê de hatiye û çiya ji berfê destpêkê ya Zivistanê sipî bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şepêleke barîna berfê bi ser çend navçeyên Bakurê Kurdistanê de hatiye û çiya ji berfê destpêkê ya Zivistanê sipî bûne.

Peyamêrên K24ê li Bakurê Kurdistanê dan zanîn, li navçeya Qamûşan ya Qersa, ji şeva bûrî û heta niha berf dibare.

Amaje bi wê jî dan, otombîlên Welatiyan, di berfê de asê bûne û hin welatî jî di rêyan de, ketin nav rewşek zehmet.

Peyamnêrê me da zanîn jî, Ji bilî bajarê Qersê, li bajarên Wan, Erzerum, Idir û Agriyê jî berf li deverên çiyayî dibare û Zivistanê destpê kir.

 

S. B