Asta daxwaza welatiyan bo geştkirinê zêde bûye

Hemwelatiyên ku 5 rojên betlana Cejna Qurbanê weke fersendekê dibînin, berê xwe dan Termînala Mezin a Stenbolê. Digel zêdekirina hejmara seeferên geştan jî, hemû otobûs heta dawî tije bûn û rêwî bilêtan bi zehmetî bi dest dixin.

K24- Hewlêr

Hemwelatiyên ku 5 rojên betlana Cejna Qurbanê weke fersendekê dibînin, berê xwe dan Termînala Mezin a Stenbolê. Digel zêdekirina hejmara seeferên geştan jî, hemû otobûs heta dawî tije bûn û rêwî bilêtan bi zehmetî bi dest dixin.

Betlaneya Cejna Qurbanê herî zêde ew kesên ji Stenbol biçin derveyî bajêr, keyfxweş kir. Ew kesên dixwazin di Cejna Qurbanê de biçin betlaneyê, hêj niha ve ji xwe re cih veqetandin. Yên ku bi rêya bêjayî ji Stenbol biçin jî, berê xwe dan Termînala Mezin a Stenbolê ku li navçeya Esenlerê ye. Hemû otobus bi kapasîyteya tije diçin geştê û hindek seferên geştê jî hatin zêdekirin, lê digel vê yekê jî dîsa jî têra daxwaziya welatiyan nake. Xwediyên kompanyayan dibêjin; seferên geştan bi, awayekî rojane ji bo hemû bajaran hatine zêdekirin. Herwiha berpirsên kompanyayan ji bo biletên sexte jî hişyariyê didin hemwelatiyan û dibêjin; li gorî par, daxwaza geştê îsal hîn zêdetir bûye.

Şahîn Laçîn - midûrê kompaniyê, dibêje:"Digel geştên zêdekirî jî erebeyên me tije diçin. Yên ku beriya niha bilet ji xwe re veqetandin li rastî ti kêşeyan nabin, lê dibe ku ji bo yên dereng mayîn ev yek bibe pirsgirêk. Daxwaza hemwelatiyan li gorî salên borî, di vê cejnê de zêdetir bûye. Ez dixwazim hişyariyekê bidim hemwelatiyan. Bila bi bilêtên sexte neyên xapandin û bilêtên xwe ji ofîsên kompanyayan bikirin."

Xwediyê kompanyayekî jî dibêje; ji ber ku buhayê sûtemeniyê giran bûye, mesref jî zêde bûne û wan jî ji sedê deh zem kiriye. Li gorî daxuyaniya xwediyê kompanyayê welatiyan ev yek bi pejinkarî qebûlkirine û ji niha ve jî di otobozên wan de cih nemaye û daxwaz jî gelek zêde bûne.

Mehmet Balci - Bersiyê Kompniya Geştê, got:"Îsal li gorî Cejna Qurbanê ya borî, daxwaza hemwelatiyan zêdetir e. Nêzîkî ji sedî 20 zêdebûnek heye. Me jî geşt zêde kirin. Buhayên me jî li gorî par ji sedê 10 zêde bûn. Sedema vê yekê jî buhabûna sotemeniyê ye. Hemwelatî jî vê yekê erênî dibînin. Em keyfxweş in ku vê cejnê jî xelkê digihînin malbat û hezjêkiriyên wan."

Berpirs, hişyarê didin hemwelatiyan ku ji ber gurahiyê, li erebeyên derveyî termînalê siwar nebin. Ew dibêjin; Eger erebeyek li derveyî termînalê xwe dabe ser rê, teqez yan belgeyek wê kêm e yan jî bi qeçaxî kar dike. Loma jî jiyana xwe nexin xetereyê.