Divê mirov bimeşin û xwe di malê de girtî nehêlin

Bi hewaya girtî û tariyê re, giyanê mirovan jî bibandor dibe û mirov dikevin depresyonê
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Her demsalek li gorî şert û mercên xwe nexweşînan jî bi xwe re tînin. Yek ji van jî depresyona Zivistanê ye ku bi hewaya girtî û tarî giyanê mirovan jî bibandor dibe û mirov dikevin depresyonê. Pispor amaje dikin ji ber ku mirov di hewayên wiha de zêde radizin û ji tavê dûr dikevin ev yek bandorek neyînî li wan dike.

Di demsala Zivistanê de yek ji nexweşiyên ku xwe dide der jî ji bilî serma û grîpê nexweşîna bi navê Depresyona Zivistanê (derûniya ne baş) e ku bandorek neyînî li ser giyanê mirovan dike. Bi teybetî di demsalên zivistanê de dema hewa girtî be û mirov jî bi pirranî li nav malê wextê xwe derbas dikin û giraniyê didin xewê pispor amaje dikin ku Depresyona Zivistanê derdikeve holê. Sedema sereke ya depresyona kêmbûna hormona serotonînê ye k udi zivistanan de ev yek kêmtir dibe. Dêrûnînas Bûşra Akgun balê dikêşe ku di  rewşên wiha de divê mirov derbikevin ji derve û bimeşin û bi derdora xwe re din av diyalogê de bin.

Dêrûnînas Bûşra Akgun ji K24ê re dibêje: "Dema ku tav nebe mirov reşbîn dibin. Naxwazin derbikevin derve. Li malê dimînin. An radizin, an li televîzyonê temaşe dikin an jî pirraniya wextê xwe li înternetê derbas dikin. Bi ti kesî re naaxifin û nav malê ji bo wan wek girtîgehekê lê tê. Ev rewş rê li ber destpêka depresyonê vedike. Divê derkevin derve, bimeşin, sohbetê bikin û di nava tevgerê de bin."

Bi teybetî li Diyarbekirê ji ber ku di nava salê de hijmara rojên bitav û vekirî gelek zêde ne û welatî hînî tavê bûne dema ku ser hev rojên girtî zêde dibin ev yek bandorê li civakê jî dike. Welatî dibêjin dema ku 5-6 rojan ser hev hewa girtî be û tav xuya neke ev yek bandorê li dêruniya wan dike.

Bihêrsbûn, mandîbûn, bêxewî, reşbînî, zêdexwarina  xurekên şîrîn, jibîrkirin, qelsbûna baldariyê, giranbûna laş û bêtehemmulî wek nîşaneyên destpêka Depresyona Zivistanê tên dîtin û li gorî daneyan di cîhanê de 350 milyon kes depresyonê de ne û depresyona ku herî zêde tê dîtin jî Depresyona Zivistanê ye û depresyona Zivistanê di nava jinan de li gorî mêran 3 qat zêdetir tê dîtin.