Endezyarekî ciwan kargehekê li Qamişlo vedike

Ciwanekî Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku ji kolêja Endezyariyê derçûye, nexwest koçberî ji derveyî welat bibe û tevlî rewşa nexweş a li deverê, karîbû bi karînên kesayetî kargeheke lastîkan li bajarê Qamişlo veke û pêdiviyên herêmê ji hin parçeyên pêwist dabîn bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ciwanekî Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku ji kolêja Endezyariyê derçûye, nexwest koçberî ji derveyî welat bibe û tevlî rewşa nexweş a li deverê, karîbû bi karînên kesayetî kargeheke lastîkan li bajarê Qamişlo veke û pêdiviyên herêmê ji hin parçeyên pêwist dabîn bike.

Bi hin karînên kesayetî û bi piştgiriya malbatê, Endezyarê Sozdar Yûsif piştî ku ji kolêja Endezyariya Mîkanîkî derçû, li bajarê Qamişlo kargeheke lastîkan vekir. Sozdar dibêje ku ji ber rewşa nexweş li deverê û tunebûna derfetên kar di sazî û rêveberiyên dewletê de, du rê li pêş wî hebûn, yek jê ku mîna bi hezaran ji derçûyên zanîngehan koçberî derveyî welat bibe, yan jî karekî kesayetî li welat bike, di dawî de jî mabûna li ser xaka welat hilbijart û ev kargeha biçûk vekir.

Weke gaveke despêkî kargeha wî çend cûreyên lastîkan yên pêwist ji xelkên deverê re çê dike, lê di paşerojê de ew bi niyaz e hin mekîneyên din bîne û kargeha xwe mezin û ferehtir bike. Sozdar dibêje ku keresteyên pêwist ji kargehê re ji Tirkiyê û ji Herêma Kurdistanê dabîn dike, lê astengiya ku li pêş wî derdikeve, tenê dabînkirina parçeyên yedek in û ji ber wilo jî carcaran kargeh tê rawestandin.

Endezyar Sozdar di sala 2018an de ji kolêja Endezyariya Mîkanîk li Şamê paytexta Sûriyê derçûye û li Şamê di hin kargehên lastîkan de kar kiriye. Piştî fêrî kar bû, biryar da ku vê ezmûnê veguhêze bajarê Qamişlo û ji heyama sê mehan ve kargeha xwe ava kiriye û dest bi berhemanîna parçeyên lastîkan kir û niha pêdiviyên tevaya herêmê dabîn dike.