Bazara Qedayîfa Diyarbekirê di Remezanê de geş bûye

Bi hatina meha Remezanê re bazara şîrînahiya qedayifa Diyarbekirê jî geş bûye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi hatina meha Remezanê re bazara şîrînahiya qedayifa Diyarbekirê jî geş bûye. Firoşkar amaje dikin ku Remezana pîroz bi bereketa xwe ve hat û rojane her dikaneke qedayîfan 200-250 kîlo qedayîf difiroşin. Hemwelatî jî  eleqeyeke baş didin qedayîfan û ji sifreyên fitarê kêm nakin.

Bi hatina Remezanê bazara şîrînahiyê jî geş bû. Yek ji van şîrînahiyan jî qedayîf e Diyarbekirê a navdar e. Rojîgirên ku ji şîrînahiyê hez dikin berê xwe didin dikanên ku qedayîfan difiroşin. Firoşkarên qedeyîfan ji bazara Remezanê kêyfxweş in. Veysel Atalay li Sûka Xazi ya ku li Sûra Diyarbekirê cih digire firoşkariya qedeyîfan dike. Atalay dibêje; di saetên berbangê de dikan ji kiriyaran tijî dibe.

Firoşkarê Qedeyîfan Veysel Atalay ji K24ê re got: "Danûstandina qedayîfan ji destpêka Remezanê ve baş e, em hêvî dikin ku heta dawiya mehê kar wiha baş be. Ji beriya Remezanê jî geştiyar dihatin, wê demê jî karê me baş bû. Em rojane 15-20 sênî qedeyîf difiroşin. Bazar baş e niha."

Şîrînahiya qedayîfa Diyarbekirê navdar e. 3 cûreyên vê qedayîfê hene. Ya bi guz, bi fsitik û bi penîr. Hosteyên qedeyîfê dibêjin; qedeyafa heqîqî ya bi guzan tê çêkirin e lê welatî zêdetir qedeyîfa bi fistik tercîh dikin. Lezgîn Karataş jî welatiyekî ji Sêrtê ye. Karataş dibêje; ez kengê werim Diyarbekirê qedayîfê dikirim û ji ber ku di meha Remezanê de jî qedayîf enerjiyê dide mirov em tercîh dikin.

Hemwelat Lezgin Karataş dibêje: "Em di Remezanê de ji qedayîfê hez dikin. Jixwe qedayîfa vê dere navdar e. Ez ji Sêrtê hatime û bê qedayîf jî venagerim. Qedayîfa ku li Deriyê Çiyê tê firotin navdar e. Te'ma wê gelek xweş e."

Bazara qedayîfa Diyarbekirê di saetên nêzî fitarê de geş dibe lê piştî fitarê jî welatiyên ku bi malbat an heval û dostên xwe re derdikevin geştê berê xwe didin dikanên şîrînahiyê.  Kîloya qedayîfên bi fistik bi 55 Lîre, ya bi guz û penîr jî bi 45 Lîreyîye. Tê çaverêkirin ku di hefteya dawî a remezanê de ji ber cejnê  bazara qedayîfê geştir bibe.