Xwarinên navdar ên Sêrtê li Stenbolê hatin nîşandan

Dimis, penêr, hingiv, hinar û parêv ên Sirtê li Stenbolê di festîvalekê de hatin pêşandan.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Dimis, penêr, hingiv, hinar û parêv ev xwarinên navdar ên bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê li Stenbolê di festîvala rojên Sêrtiyan de hatin pêşandan. Komeleyên Kurd ên li xeribiyê bi çalaki û festîvalên wiha hewl didin kultira xwe jî zêdetir bidin naskirin.

Parêv an jî buryan xwarina herî navdar a herêma Botan e ku beriya sed salan jî di belgeyên dîroknas û gerokên di serdema Osmaniyan de jî hatiye behskirin.

Ev xwarina bi nav û deng li gel xwarinên din ên bi nav û deng ên Sêrtê li Stenbolê di rojên danasîna bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê de hatin pêşandan.

Hosteyê Xwarina Parêvê Yunus Burak ji K24ê re got: Parêva Sêrtê di tenûrê de bi şewitandina darê mazî tê çêkirin. Bi darên din thema xweş nade loma divê bi darê mazî bê çêkirin. Li gorî agir û nazîkbûniya goşt di nav du saet û nîvan de tê pijandin. Tehma wê gelek xweş e bo tenduristiya mirovan jî baş e.

Dema behsa bajarê Sêrtê tê kirin li gel xwarina parêv, fistiq û hinarên wê yên navdar jî tê bîra însanan. Her sal rêjeyek zêde fistiq û hinarên Sêrtê bo bajarên Tirkiyê û bo welatên derveyî Tirkiyê tên hinardekirin.

Hinarfiroş Orhan Seyîdoglu dibêje: Ev hinara navdar a Zîvzîka Şîrvana Sêrtê ye û li herêmê tenê li aliyê me derdikeve. Piştî ku meriv tên festîvalê hinarên me jî zêdetir tê nasîn û firotin.

Welatî Kerem Sevgî: Tesîra festîvalên wiha bo danasîna bajarên me Kurdan gelek baş e. Di vir de meriv dims, penêr, hingiv, hinar û berhemên din ên Kurdan baştir nas dikin û eleqeyek baş nîşan didin.

Festîvala rojên danasîna bajarê Sêrtê ku bi alimên xwe jî navdar e tê çaverêkirin ji aliyê dezgehên Kurd ve her sal bi rêk û pêk were lidarxistin da ku her taybetmendiya bajar û bajarokên Kurd zêdetir were nasîn.